Hikûmeta Tirkiyê di pratîkê de xwandina dersa zimanê Kurdî rawestandiye

20-02-2020
RÛDAW
-
-
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tevî ku ji sala 2012ê ve hikûmeta Tirkiyê rê bi derseke bijarte ya zimanê Kurdî daye ku li Tirkiyê bê xwenidin, lê di praktîkê de gelek astengî jê re tên dirsutkirin, ku ji ber wan astengiyan xwendekar jê direve û naxwaze fêr bibe. Herwiha hikûmeta Tirkiyê, mamostayên zimanê Kurdî erkdar nake û di nava 8 salan de tenê 59 mamostayên zimanê Kurdî ji aliyê hikûmetê ve hatine erkdarkirin.

Li Tirkiyê di destûrê de tenê zimanê Tirkî wek zimanê fermî hatiye qebûlkirin û di sîstema perwerdehiyê ya wî welatî de jî her dîsan zimanê Tirkî tekane zimanê fermî yê xwandinê ye.

Hikûmeta Tirkiyê di sala 2012 de wek hewlekê bo vebûna di rûyê Kurd de, rê da ku zimanê Kurdî weke derseke bijarte di dibistanan de bihê xwandin, lê belê di wan salên dawiyê de bi sedemên cuda proseya xwandina zimanê Kurdî gelak lawaz bûye, û her çend bi fermî nehatiye rawestandin, lê belê di pratîkê de wisa dixuye ku sekiniye.

Yek ji sedeman, danemezrandina mamostayên zimanê Kurdî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ye, û niha mamostayên pêwîst ji bo gotina dersa zimanê Kurdî nînin. Ji ber nebûna mamostayên taybet jî, xwandekar li cihê xwandina dersa zimanê Kurdî, derseke din ji xwe re hildibijêrin.

Parlamenterê HDPê yê Amedê, Îmam Taşçîer mijara kêmiya mamostayên zimanê Kurdî û danemezrandina wan bire nav parlamentoya Tirkiyê û daxwaz ji Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê ku bersiva pirsên wî bide.

HDP dibêje, di du salên bihorî de hilbijartina dersa zimanê Kurdî di dibistanan de gelek kêm bûye û daxwaz ji Wezîrê Perwerdehiyê dike, ku sedemên wê aşkere bike. HDP dipirse, gelo heta niha çend mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin û li çend parêzgehan mamosteyên zimanê Kurdî hene û dersê dibêjin?

HDP herwiha dipirse, ji bo sala xwandinê ya 2019-2020 de, çi qas pol bo dersa bijartî ya zimanê Kurdî hatine vekirin û dabeşkirina wan li gor parêzgehan bi çi awayî ye?

Ji destpêka sala 2012 de ji ber nebûna mamostayên ku zanîngeh qedandibin, mamostayên zimanê Kurdî bi girêbestan hatibûn wergirtin.

Cara yekê di sala 2014 de dest bi damezrandina mamostayên derçûyî yên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat kirin.

Di maweya 8 salên bihorî de, Wezareta Perwerdeyê yê Tirkiyêtenê carekê data û amarên derbarê dersa zimanê Kurdî de belav kiriye.

Li gor wan datayan, di sala 2015-2016 de li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 77 hezar û 931 xwendekaran dixwestin fêrî Kurdî bibin û dersa zimanê Kurdî hilbijartin, ji wê hejmarê jî 71 hezar û 616 xwandekaran dersa Kurmancî û 6 hezar û 315 xwandekaran jî dersa Zazakî hilbijartin.

Lê hikumeta Tirkiyê, heta niha tenê 59 mamostayên zimanê Kurdî damezrandine ku 48 ji wan mamostayên zaraveya Kurmancî û 11 jî mamostayên zaraveya Zazakî ne.

Îsal jî bi hinceta ku xwendekar nînin, hikumetê çi mamsotayên din negirtiye kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst