Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum diyar kir ku dema hilbijartinan bi awayekî mezin zelal bûye û dê Adar an jî Nîsana 2028an werin kirin.
Uçum li ser xebatên destûra nû jî axivî û destnîşan kir ku dikare 1ê Çiriya Pêşîn a 2026an wekî destpêka pêvajoya destûra nû were qebûlkirin.
Uçum her wiha li ser pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" got ku îhtîmaleke mezin e heta dawiya salê biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) were eşkerekirin.
Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum li Koşka Çankayayê ya li Enqereyê bi rojnamegeran re civiya.
Mehmet Uçum li ser salnameya hilbijartinê, xebatên destûra nû, pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror", sererastkirinên înfazê û jiyana karkirinê agahî dan.
Nîşaneya Adar an Nîsana 2028an ji bo hilbijartinê
Mehmet Uçum li ser dema hilbijartinên bê da zanîn ku bi îhtîmaleke mezin dê hilbijartin Adar yan jî Nîsana 2028an bên lidarxistin û "18 meh ji hilbijartinan re mane."
Ji bo destûra nû 1ê Çiriya Pêşîn a 2026an
Uçum li ser xebatên destûra nû jî da zanîn ku ew wekî Desteya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokkomariyê bi Wezîrê Dadê re li ser mijarê dixebitin.
Uçum diyar kir ku xebat dê li ser perspektîfa polîtîkaya hiqûqî, mîmarî, bingeh û prensîbên destûra nû hûr bibin.
Wî da zanîn ku pêdiviya destûra nû nabe ku tenê li gorî bendewariyên siyasetmedaran were nirxandin û divê daxwaz û pêdiviyên xelkê esas werin girtin.
Uçum bi bîr anî ku li Tirkiyeyê bi salan e qala pêdiviya destûreke nû û sivîl tê kirin û ji sala 1987an ve ev daxwaz li rojevê ne.
Partiyên siyasî di hilbijartinên borî de jî soza destûra nû dabû.
Uçum anî zimên ku êdî ew ketine serdemekê ku dê sernavên şênber werin gotûbêjkirin.
Uçum bal kişand ser armanca ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 1ê Çiriya Pêşîn destnîşan kiribû û got:
"Em dikarin 1ê Çiriya Pêşîn a 2026an wekî dîroka destpêka çêkirina destûra nû diyar bikin."
Uçum da zanîn ku di dema mayî ya parlamentoyê de binesaziya fikrî ya destûra nû dikare were avakirin.
Paşê piştî hilbijartinên 2028an, di xula 29emîn a parlamentoyê de amadekirina destûra nû dikare bibe armanceke rasteqîn.
"Divê destûra nû teqez pêşkêşî xelkê were kirin"
Uçum tekez kir ku çêkirina destûreke nû û guhertina destûra heyî du pêvajoyên ji hev cuda ne.
Wî diyar kir ku rêyên guhertina destûra niha yekser ji bo destûra nû nayên bikaranîn.
Uçum bi bîr anî ku di pergala niha de ji bo guhertina destûrê pêwîstî bi dengê 360 parlamenteran heye.
Heke 400 û zêdetir parlamenter dengê "erê" bidin referandum dikare nebe mecbûrî.
Lê wî destnîşan kir ku divê destûra nû teqez pêşkêşî xelkê were kirin û xelk pesend bike.
Uçum got, "Ji aliyê rewabûna hejmarî ve heger 550-600 parlamenter jî qebûl bikin, destûra nû bêyî referandumê nakeve meriyetê. Dê erêkirina dawî ji xelkê werbigire."
Uçum diyar kir ku pêvajoya destûra nû divê bi îradeya gel dest pê bike û dîsa bi îradeya gel temam bibe.
Şêwirmendê Erdogan her wiha diyar kir, destûreke ku bi lihevkirineke berfireh a civakî were amadekirin, dê di referandumê de jî piştgiriyeke xurt bibîne.
Di destûra nû de nîqaşa pergala hikûmetê
Li ser pirsa "Ma xebatên nivîsandina xal bi xal dest pê kirine an na?", Uçum bersiv da û bi bîr anî ku li Tirkiyeyê heta niha gelek reşnivîsên destûrê hatine amadekirin.
Uçum da zanîn ku erka Desteya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokkomariyê nîne ku yekser reşnivîsekê amade bike lê ew dikarin ji aliyê fikrî ve tevkariyê bikin.
Li gorî Uçum, li şûna ku rasterast reşnivîsek were derxistin, nîqaşkirina nêzîkatiyên bingehîn û avakirina zemîneke hevpar a fikrî dê rasttir be.
Uçum bal kişand ser nakokiyên partiyên siyasî yên li ser pergala hikûmetê.
Wî amaje bi cihêtiya nêrînan kir; hinek partî dixwazin Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê bi pêş bikeve û bidome, hinek partî jî dixwazin vegerin pergala parlamenteriyê.
Mehmet Uçum her wiha da zanîn ku modela nîvserokatiyê jî tê rojevê.
Uçum got, "Heke tu bixwazî destûra nû di nav lihevkirina Tirkiyeyeke mezin de çêbikî, divê tu pêşî li ser vê modela hikûmetê li hev bikî."
Wî tekez kir ku divê li ser perspektîfa paşeroja Tirkiyeyê ya di destûra nû de jî lihevkirin çêbibe.
Peyama dawiya salê ji bo pêvajoya çareseriyê
Uçum pêvajoya çareseriy nirxand û da zanîn ku beriya parlamento bikeve betlaneyê, bi dengê 467 parlamenteran sererastkirineke girîng a yasayî ketiye meriyetê.
Di çarçoveya qanûna ku 10ê Tebaxê hatiye qebûlkirin de, Komîteya Şopandin û Nirxandinê hatiye avakirin û dest bi kar kiriye.
Wî da zanîn ku komîteyê komîsyonên xwe yên jêrîn jî diyar kirine.
Uçum diyar kir ku dê pêvajo li gorî qonaxên tespîtkirin, piştrastkirin û ragihandinê yên di qanûnê de hatine diyarkirin bi pêş ve biçe.
Kesên ku di çarçoveya qanûnê de ne dê di heyama serlêdanê ya şeş mehan de werin nirxandin.
Uçum eşkere kir ku îhtîmaleke mezin e heta dawiya salê biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) were eşkerekirin.
Wî got, dibe ku berî bidawîbûna nîvê yekem ê sala 2027an qonaxa bicîkirinê dest pê bike.
Wî da zanîn ku di qonaxên pêş de Komîteya Şopandin û Nirxandinê dê daxuyaniyên berfireh bide.
Statuya Ocalan
Mehmet Uçum pirsên li ser rewşa Abdullah Ocalan jî bersivandin.
Wî da zanîn ku statuya Ocalan a mehkûmiyê naguhere û dê dema înfaza wî neyê rawestandin.
Uçum li ser avakirina mekaneke pêwîst da ku Ocalan rola xwe bi cih bîne nirxandin kirin û got, gava dema wê hat dibe ku hevdîtinên vekirî (rûbirû) jî çêbibin.
Lê Uçum destnîşan kir ku nabe ev hevdîtinên rûbirû wekî îmtiyazekê werin dîtin.
Wî bal kişand ser girîngiya daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser vê mijarê.
Sererastkirina înfazê
Li ser pirsa "Gelo sererastkirina înfazê gihiştiye qonaxeke şênber?", Uçum anî zimên ku pirsgirêka qelebalixiya li girtîgehan di rojevê de ye.
Wî diyar kir ku li ser vê mijarê daxwazên curbicur hene.
Lê belê Uçum hûrgilî neda bê ka sererastkirineke nû ya înfazê misoger bûye an na.
Amadekariyên Qanûna Kar a nû ber bi dawiyê ve diçin
Yek ji sernavên di rojeva Uçum de jî Qanûna Kar a Tirk a nû bû ku têkildarî jiyana karkirinê ye.
Uçum bi bîr anî ku Serokkomar Erdogan Kanûna Paşîn a 2024an gotibû divê mewzuata derbarê jiyana karkirinê de ji nû ve were nirxandin.
Wî da zanîn ku wan ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera qanûnên cihêreng de dest bi xebatan kiriye.
Uçum eşkere kir ku bi taybetî Qanûna Kar a Çapemeniyê, Qanûna Kar a Deryayî û Qanûna Deynan, bi giştî di nêzîkî 40 mewzuatên cuda de sererastkirinên li ser jiyana karkirinê hene.
Wî anî zimên ku beşek ji xalên niha kevn bûne û hemû qadên jiyana karkirinê li xwe nagirin.
Uçum diyar kir ku xebatên amadekariyê ber bi dawiyê ve diçin û bi sererastkirinên nû tê armanckirin ku cudahiyên di jiyana karkirinê de ji holê rabin.
Wî da zanîn ku dê guhertinên girîng werin kirin û ev guhertin ji nêz ve têkildarî xebatkarên çapemeniyê ne.
Uçum got, dibe ku heta dawiya salê hinek geşedan çêbibin.
Uçum ragihand ku hinek saziyên medyayê mafên xebatkaran bin pê dikin û qanûna nû dê wekî reformekê be.
Dê hevsengiya berjewendiyan di navbera karsaz û xebatkaran de were parastin.
Tevî helwesta mixalefetê nîqaşa destûrê dikare bidome?
Mehmet Uçum bersiva pirsekê da derbarê derketina mixalefeta sereke ji rûniştineke parlamentoyê de û gelo di rewşeke wiha de nîqaşeke tendurist a destûrê tê kirin an na.
Uçum got ku divê mijara destûra nû ji nîqaşên siyasî yên rojane wêdetir were nirxandin.
Wî da zanîn ku qanûnên çarçoveyî bersivê didin pêdiviyên siyaseta giştî, ne siyaseta rojane.
Li gorî Uçum, di vê sererastkirina yasayî de lihevkirina herî bilind pêk hatiye.
Polîtîkayên nû yên hiqûqî ji bo têkoşîna li dijî sûcan
Uçum diyar kir ku dê xebatên ji bo bipêşxistina polîtîkayên nû yên hiqûqî yên di çarçoveya têkoşîna li dijî sûcan de berdewam bikin.
Ji xeynî destûra nû, pêvajoya Tirkiyeyeya Bê Teror û sererastkirinên li ser jiyana karkirinê, dê di warên din ên polîtîkayên hiqûqî de jî xebat werin kirin. Pêvajoya bipêşxistina mewzuata niha dê bidome.



