Hewlêr (Rûdaw) - Barana gur a ku li Stenbolê dest pê kir û bi hêzeke zêde didome bajar bi temamî xitimand.
Bi hezaran mal û kargeh di bin avê de man. 3 kesan canê xwe ji dest da û bi sedan welatî li cihên xwe asê man.
Li seranserê bajêr rewşeke aloz û awarte didome. Walîtî hişyariyê dide da ku welatî ji malên xwe dernekevin.
Karesateke mezin a xwezayê
Li Stenbolê êvara çarşemê baraneke zêde bariya û bajar roja pêncşemê bi karesateke mezin şiyar bû.
Ji ber barana gur li gelek navçeyan lêhî rabû û bi sedan welatî asê man.
Heta niha 3 kesan ji ber lêhiyê canê xwe ji dest daye û xisareke zêde gihiştiye hezaran kargeh û dikanan.
Baran didome û hişyariyên Parêzgariya Stenbolê jî didomin.
Welatî Ehmet Bulut wiha behsa rewşê kir, "Halê me tu dibînî. Lêhî rabû û her tişt di bin avê de ma."
Kerîm Bulut jî giliyê ziyana xwe kir û got, "Zerera me 3 milyon lîre ye. 500 tûr arvan di bin avê de man. Her tişt şil bû."
Barîna herî zêde ya 80 salên dawî
Li gorî agahiyên ku Parêzgariya Stenbolê parve kirine, ji sala 1942yan û vir ve baraneke wiha nebariye.
Serê her metreçargoşeyekê 261 kîlo baran bariye.
Li gelek cihan rê herifîn, dîwar hilweşiyan û hundirê hezaran mal û kargehan bi avê tije bû.
Ji ber ku ax ji avê têr bûye, vê carê jî xetereya hezaz û herifîna avahiyan rû daye.
Li hêla din dibistan ji bo 2 rojan hatin girtin. Walîtî ji welatiyan dixwaze ku ji malên xwe dernekevin.
"Me li cihê kar gelek eziyet dîtin"
Zeynep Karayê behsa zehmetiya ku dîtine kir û got, “Mala min li ser gir e lê doh êvarî em li cihê kar asê man.
Tîmên deryayî hatin û wan em rizgar kirin. Em 90 kes bûn. Em di nava avê de man ji ber ku cihê me newal e. Me li cihê kar gelek eziyet dît.”
Selîm Temur bal kişand ser hêza lêhiyê û wiha anî zimên, “Otomobîl li wê derê bû.
Dema ku av hat, da ber xwe û anî ser vir. Pêşiya otomobîlê rabû û hat li vir asê ma.”
Kemal Ataçê dikandar jî wiha daxwaza alîkariyê kir, "Zirara me 3-4 milyon lîre ye.
Hemû makîneyên me di bin avê de ne. Kel û pel bi temamî çûn. Tiştek nîne ku em bikin.
Em li bendê ne ku dewlet alîkariya me bike. Ne em bi tenê, hemû esnafên me yên li Ayazagayê di vê rewşê de ne.”
Kareba, gaz û av qut bûne
Bi taybetî li navçeyên wekî Sariyer, Kagithane û Esenyurtê asta av û lêhiyê bû sedema metirsiyê.
Li gorî amarên Walîtiya Stenbolê, li 15 cihan hezaz çêbûye.
8 hezar karmend û 2 hezar wesayîtên kar hewl didin alîkariya xelkê bikin û bermahiyên karesatê rakin.
Li hêla din li gelek tax û deverên bajêr kareba, gaz û av qut bûne.
Tê çaverêkirin ku baran 2-3 rojên din jî bidome.


