Parlamentoya Tirkiyê li ser banga CHPê dê bi awayekî awarte bicive

19-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyê ku di betlaneya havînê de ye, li ser banga CHPê roja 25ê Temûzê bi awayekî awarte dicive.

Partiya Komarî ya Gel, bi armanca gotûbêjkirina geşedanên dawî yên aboriyê û zêdekirina bihayan daxwaz kiribû ku parlamento bicive. Serlêdana ku ji aliyê CHPê ve hatibû kirin ji aliyê partiyên opozîsyonê yên Saadet, DEVA û Demokrat Partiyê ve jî hatibû îmzekirin.

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li ser serlêdana CHPê bo roja 25ê Temûzê demjimêr 15:00 banga civîna awarte ya parlamentoyê kir.

Ji bo civîna awarte bê kirin û mijarên aborî û bihayan li parlamentoyê bêne gotûbêjkirin divê roja 25ê Temûzê herî kêm 200 parlamenter li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê amade bin. Eger 200 parlamenter kom nebin civîn nayê kirin.

Parlamentoya Tirkiyê 15ê Temûzê xebatên xwe temam kiribûn û biryar hatibû dayîn heta 1ê Cotmehê girtî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst