MHP bo HUDA-PARê: Êdî ew û dewletê li hev hatine

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan HUDA-PAR MHP ‌Hilbijartin 2023 Fetî Yildiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Feti Yıldız diyar kir ku di protokola Tifaqa Cumhur de navê HUDA-PARê derbas nebûye û got “Tenê gotin `em piştgiriyê didin AK Partiyê, di lîsteyê de bûn berbijêr, derbas bû çû. Me li daxuyaniyên wî yên piştre nihêrî. Me dît ku êdî bi dewletê, bi komarê re li hev hatine.”

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Feti Yıldız derbarê HUDA-PARê de ku 4 parlementer şandin Meclîsê û gelek caran der barê Hîzbullahê de dibe navenda nîqaşan de axivî û dibêje “Me dît ku êdî bi dewletê, bi komarê re li hev hatine.”

Têkildarî rêjeya dengên ku MHP'ê stendin jî Feti Yildiz ji rojnamevan Îsmaîl Saymaz re axivî û got, "Me ev bilindtir didît. Nêzîkatiyeke îdeolojîk ya kompaniyên lêkolênê li hemberî MHPê heye. Hinek dijminatiyê dikin, hinek jî ji bo berjewendiyên xwe li jêr nîşan didin."

Ji sedî 35ê kesên ku cara ewil deng didin neteweperest in

Li ser pirsa “We ji kê deng wergirt?” Yildiz wiha bersiv da “Me ji hilbijêrên xwe deng wergirt. Me jî li sûkê gotinên `Ez AK Partiyê me lê di parlamenteriyê de ezê dengê xwe bidim MHPê` ne rast in. Nêzikî 5 milyon hilbijêrên nû hene. Gel vê ji bîr dike: Ji sedî 35ê kesên ku cara ewil deng didin Ulkuci (neteweperest) ne.”

Yildiz der barê dengê Berbijêrê Serokomariyê yê Tifaqa Atayê Sînan Ogan da wiha got, "Eger Muharrem Înce venekişiyaya dê heman deng bigirta? Ev ji sedî 5 e, ne dengê Partiya Zaferê ne."

Li ser pirsa “HUDA-PARê zor li we kir? Fetî Yildiza bi vî rengî bersiv da “Na, tenê gotin `em piştgiriyê didin AK Partiyê, di lîsteyê de bûn berbijêr, derbas bû çû. Me li daxuyaniyên wî yên piştre nihêrî. Me dît ku êdî bi dewletê, bi komarê re li hev hatine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst