Li Îzmîrê ciwanekî Efrînî ji aliyê nijadperestan ve hate kuştin

19-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mihemed Cemal Qasim Efrîn Îzmîr Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê Kurdekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê hate kuştin.

Hejmareke ciwanên Tirk ên nijadperest li bajarê Îzmîrê, êrişî penaberê Kurd ê bi navê Mihemed Cemal Qasim kir û ew kêran kuşt.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Mihemed Cemal Qasim 15 caran hatiye kêrkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn piştre ciwanên nijadperest ên Tirk ciwanê Kurd ê Efrînî avêtiye parkeke bajêr û ji cihê bûyerê reviyane.

Xortê Kurd ê ku bi derbên kêran giran birîndar bûbû canê xwe ji dest da.

Heta niha sedemên kuştina xortê Kurd nayê zanîn û nasnameya êrişkaran jî diyar nebûye.

Mihemed Cemal Qasim xelkê ji gundê Meryemînê ye navçeya Şeranê ya Efrînê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst