Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 16 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, tê pêşbînîkirin ku îro li parêzgehên Amed, Êlih, Sêrt, Semsûr, Dîlok û Kilîsê baraneke gur bibare û ji xelkê hat xwestin ku tedbîran bistînin.
Her wiha li gorî texmînan, dê li parêzgehên Erzirom, Qers, Wan û Meletiyê jî berf bibare û dê sibe jî berdewam bike.
Li aliyê din, li 6 parêzgehên Tirkiyeyê jî baran dibare û hişyarî hatiye dayîn ku pileya germê 2 heta 4 pileyan dadikeve û sir û seqem çêdibe.
Çend roj in li Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê barîna berfê dest pê kiriye û li barîna berfê li parêzgehên wekî Erzirom, Qers û Erdexanê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse