Tirkiye û Swêd ji bo 'Mekanîzmaya Ewlehiyê' dicivin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Swêd PKK YPG NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Swêd piştî erêkirina endamtiya NATOyê cara yekemîn dê ji bo "Mekanîzmaya Ewlehiyê" li Enqereyê bicivin.

Tê pêşbînîkirin ku li ser Cemaeta Gulen û PKKyê gotûbêj bên kirin.

Beriya ku Swed bibe endama NATOyê, 2023yan di navbera Tirkiye û Swêdê de mekanizmayeke ewlehiyê hatibi avakirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, îro bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîra Karên Navxwe ya Swêdê Maria Malmer Stenergard û Wezîrê Dadê yê Swêdê Gunnar Strommer dê yekem civîna mekanizmayê bê lidarxistin.

Hatiye diyarkirin ku di civînê de dê hevkariya ewlehiyê û bi taybetî gavên li hemberî Cemaeta Gulen û PKKyê bên gotûbêjkirin.

Her wiha mijareke din jî bazirganiya navbera her du welatan e ku di sala 2023yan de qebareya wê 4,1 milyar dolar bûye.

Bingeha mekanîzmaya ewlehiyê sala 2023yan di lûtkeya NATOyê de hatibû avakirin.

Beriya wê jî di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandayê de rêkeftinek hatibû îmzekirin ku "rûbirûbûna terorê" û "pîşesaziya parastinê" li xwe digre.

Her wiha "qedexekirin û astengkirina çalakiyên PKK û YPGyê" jî di nav wê rekeftinê de hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst