Erdogan: Me ji bo çareseriyê gaveke wêrek avêt

17-03-2025
Nîşan Erdogan Çareserî Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Recep Tayyîp Erdogan got, “Me Tifaqa Cumhurê ji bo çareseriyê gaveke wêrek avêt.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan bi endamên Komîteya Biryardayîn û Birêvebiriya Navendî re xwarina fitarê xwar.

“Me gaveke wêrek avêt”

Recep Tayyîp Erdogan dîsa amaje bi armanca ku ew wekî “Tirkiyeyeke Bêteror” bi nav dike kir û got:

 "Me wekî Hevpeymaniya Cumhurê bi hevahengî gav ji bo Tirkiyeyeke Bêteror avêt û em ji bo çareseriya belayeke ku 40 salên Tirkiyeyê û canên bi deh hezaran kesan birin û bi sed milyaran dolaran xisara wê çêbû gaveke wêrek avêt"

“Me hewldanên belavkirina vîrusa mezhebîtiyê pûç kirin”

Erdogan got ku ew xwedî li nirxên neteweyî û manewî yên xelkê derdikeve û her wiha bi tolerans li awayên jiyanê yên cuda jî dinêre û li pey çû:

“Me hewldanên belavkirina vîrusa mezhebîtiyê pûç kirin ku heremê me ji hundir ve dixwin.

Em bi siyasetên xwe yên ku mirov, dilovanî, wîjdan, edalet û heqiyê esas digirin, bi taybetî li herêma xwe û li tevahiya cîhanê dikevin dilan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst