Bakirhan: Qetliama Parîsê çi be ya li Kobaniyê jî ew e

17-03-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Tulay Hatîmogulari DEM Partî AK Partî MHP Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan li ser komkujiya li Kobaniyê got, "Qetliama Parisê çi be ya li Kobaniyê jî heman qetliam e."

Serdanên DEM Partiyê yên partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê berdewam dikin.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê îro li Parlamentoya Tirkiyeyê AK Partî û MHP ziyaret kirin.

Di şandeya DEM Partiyê de jî Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç koçyigitê cih girt.

"Qetliama parîsê çi be êrişa li Kobaniyê jî bi heman astê qetliam e"

Sala 2013an di dema 'pêvajoya çareseriyê' de li Parîsê 3 jinên Kurd hatibûn qetilkirin, ev qetliam wekî 'provokasyoneke' ku armanca wê rawestandina pêvajoyê bû hatibû nirxandin.

Bakirhan, êrişa li ser Kobaniyê de şiband wê êrişa li Parîsê û got: 

"Di demekê de ku em ji bo mezinkirina hêviya aştiyê van geran dikin, em bi nûçeyeke gelekî xemgîn şiyar bûn.

Me êrişa li Kobaniyê dît ku tê de 7 ji wan zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hêrsa me mezin e.

Em dixwazin nîşan bidin ku ev êriş û yên wekî wê dikarin zirareke mezin li pêvajoyên ku hem li vir hem jî li Sûriyeyê dimeşin bikin.

Em ji yên ku dibêjin tehdîda ewlehiyê ye jî dipirsin. Ma ew 7 zarokên li Kobaniyê tehdîda ewlehiyê ne?

Ez dixwazim careke din parve bikim ku divê derkeve holê ka kî ne ew kesên ku pêwendiya wan bi vê qetliamê re heye û ew kes an saziyan ku ferman dane.

Ev ne êrişeke asayî ye. Dema ku pêvajoyek dimeşe, qetliama Parîsê çi be ev jî bi heman astê qetliam e.

Ev nêzikbûnên ku pêvajoyê provoke dikin in. Ez dixwazim hêviya xwe bigihînim Erdogan.

Divê kesên ku destê wan di vê sabotajê de heye bên eşkerekirin û darizandin.

Bêyî ku em bikujin kînê, me pêvajoyeke ku 22yê Çiriya Pêşîn dest pê kir û bi gaziya 27ê Sibatê jî gihand cihekî.

Divê desthilat bi berpirsiyarî tevbigere. Divê berpirsiyariya ku dikeve ser wê di vê mijarê de bîne cih.

Divê ev mijar li pêşiya pêvajoya ku em hemû bi hêvî ne û hewl didin ber bi aştiyê ve biguherin wekî tabloyeke reş nemîne.

Êdî ne dema vir û wir kişandinê, durûtiyê ye; dema avêtina gavan e."

"Me çareseriya pirsgirêka Kurdan û mijara demokratîkbûnê nîqaş kir"

Tuncer Bakirhan, der barê naveroka hevdîtinan wiha axivî:

"Bi her du partiyan re jî em li ser banga Birêz Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk axivîn.

Me sê hevdîtinên şandeyaxwe yên li giravê (Girava Amraliyê) bi wan re parve kirin û çavdêriyên xwe vegotin. Me li ser mijarên din ên Tirkiyeyê jî gotûbêj kir.

Bi her du partiyan re em li ser asoya aştiyê axivîn; me dirêj dirêj li ser wê yekê nîqaş kir ka em dikarin çawa aştiyê mezin bikin û li ser van axa pêk bînin.

Me çareseriya pirsgirêka Kurdan û mijara demokratîkbûnê nîqaş kir. Derbarê her du mijaran de me nerîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Heta niha me li 101 navendên mezin civînên gel li dar xistine. Me bi beşên din ên rêxistinkirî yên civakê re hevdîtin kirin.

Agahiyên ku me ji van hevdîtinan bi dest xistine jî me bi şandeyên her du partiyan re parve kirin."

Tuncer Bakirhan da zanîn ku di encama têkilî û hevdîtinên wan ên digel gel de, daxwazên gavên demokratîk û hiqûqî wekî mijarên herî girîng derketine pêş.

Bakirhan diyar kir ku wan ev daxwaz bi partiyên ku bi wan re hevdîtin kirine re ragihandine.

Bakirhan got, "Em li ser gavên ku divê bên avêtin da ku pêvajoyeke ewle bi pêş bikeve, bi her du partiyan re axivin.

Me diyar kir ku di rewşa avêtina van gavan de, Tirkiye dê bi hêsanî xwe ji metirsiyên ku li asta cîhanî û herêmî pê re rû bi rû ye biparêze."

"Şert û mercên xebat û ragihandinê yên Birêz Ocalan dikarin bên rêkxistin"

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan, eşkere kir ku ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş bikeve, divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên Abdullah Ocalan dikarin bên rêkxistin.

her wiha Bakirhan diyar kir ku pêşniyara qedexekirina qeyûman a ku berê li parlamentoyê hatibû pêşkêşkirin Serokê Meclisê dikare ve bixe rojevê.

Bakirhan ku tekez kir bikaranîna bandora Tirkiyeyê ji bo aştiya mayînde li Sûriyeyê dê bandoreke erênî li pêvajoya navxweyî jî bike, got:

"Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û tiştên divê him desthilat û hem jî mixalefet bikin diyar in. Divê em hemû erkên xwe bi cîh bînin."

Bertekên li hemberî êrişa Kobaniyê: "Ev qetliam e"

Bakirhan der barê êrişa Tirkiyeyê ya li Kobaniyê ku tê de 7 ji wan zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest da jî axivî.

Bakirhan diyar kir ew bi tundî vê êrişê şermezar dikin, got: "Em dixwazin nîşan bidin ku ev êriş û yên wekî wê dikarin zirareke mezin hem li pêvajoyên li Sûriyeyê û hem jî li vir têne meşandin bikin."

Bakirhan got, "Di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re û di peyamên ku Birêz Erdogan dane de jî bal hatibû kişandin ser sabotajan.

Divê derkeve holê ka ev sabotaj ji aliyê kê ve hatine kirin. Divê berpirsiyarên êrişê û yên ferman dane bên pêşberî dadgehê."

"Qetliam pêvajoyê provoke dikin"

Bakirhan, ku da zanîn êrişa li Kobaniyê wekî qetliamên Robozik û Parîsê xizmeta armanceke hevpar hevpar dike û got: "Ev nêzikbûnên ku pêvajoyê provoke dikin in û divê ji vê yekê dest bê berdan."

Tuncer Bakirhan got: "Birêz Erdogan gotibû, 'Em dê li hemberî her cure provokasyonên ku di vê pêvajoyê de dikarin derkevin tedbîrên herî bilind bigirin.'

Ji vir ez bangî wî dikim: Divê ev sabotaj di demeke herî kurt de bê eşkerekirin, divê kiryar bên dîtin û darizandin. Divê aştî bi provokasyonan neyê îmtîhankirin."

"Divê desthilat berpirsiyariya xwe bîne cih"

Bakirhan, da zanîn ku êrişa li Kobaniyê rola hikûmetê kêm nake, berevajî wê, divê di ronahiya agahiyên ku ji çapemeniya navneteweyî û gelê herêmê tên de bûyer were ronîkirin.

Hevserokê DEM Partiyê Bakirha wiha pê de çû: "Ev mijar, pêvajoya aştiyê ye ku 85 milyon kes hêviyên xwe pê ve girêdane.

Dema xapandinê bi dawî bûye, êdî dema avêtina gavan e. Em diyar dikin ku pêvajoya aştiyê di berjewendiya her kesî de ye."

Çûna Îmraliyê

Li aliyê din, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê jî pirsên rojnamegeran bersivandin.

Tulay Hatimogullariyê got, "Bernameya çûna Îmraliyê dê di nava çend rojan de bi dawî bibe.

Niha ti serlêdanên me nînin. Ev plan dê di nav çend rojan de ji we re were ragihandin."

"Operasyon berdewam dikin"

Hatimogullariyê axaftina xwe wiha domand:

"Mijara danîna çekan a PKKyê ku Birêz Bahçelî û partiyên din jî behs dikin. Ev mijar em hemû bi hev re, hûn jî wekî kedkarên çapemeniyê ji nêz ve dişopînin.

Hin operasyonên derveyî sînor niha jî berdewam dikin. Wekî mijareke ewlehiyê behsa wê dikin.

Me jî ji daxuyaniyên PKKyê yên ji raya giştî re dît ku bi pêkanîna şertên ewlehiyê, bi pêkanîna şertên ku metirsiyên ewlehiyê çênekin re PKK dê banga xwe, banga kongreyê bike.

Daxuyaniyên birêz Öcalan bi xwe û rêxistina wî di derbarê rola ku ew ê di kongreyê de bigre ser milê hev, pir paralel in.

Di daxuyaniya 27ê Sibatê de wî gelek zelal got. Wî ji me re got, 'Kesê ku dikare kongreyê bicivîne û vê biryarê bide bistîne ez im.'

Ji bo vê jî divê kanalên ragihandinê yên bi rêxistina xwe re werin vekirin, ji bo avakirina zemînekê ku ew karibe kongreyê li pêş rêxistina xwe bicivîne şert û mercên wî di vê wateyê de bên afirandin û pêşiya wî were vekirin.

Heta niha di vê mijarê de ti gaveke şênber a ku em pê dizanin nehatiye avêtin.

"Me bersiveke zelal wernegirt"

Derbarê yasaya qeyûman de di demên berê de jî nerînên me gelek vekirî û zelal in.

Di dema OHALê (Rewşa Awarte) de danîna qeyûman li gorî qanûneke ku îflas kiriye û di Destûra Bingehîn de wekheviya wê tune ye, hatine kirin.

Bêguman me îro nerînên xwe yên di vê mijarê de bi her du partiyên siyasî re, him bi AKPyê û him jî bi MHPyê re parve kirin, di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de mijara qeyûman jî yek ji mijarên rojevê bû.

Derbarê vê de ez bêguman nikarim bibêjim ku me bersiveke zelal ji wan wergirt.

Lê derbarê demokratîkbûnê de her du partiyan jî nerînên xwe yên derbarê avêtina hinek gavan de anîn ziman.

"Erkên girîng li ser milê dewletê ne"

Peyameke giştî ya PKKyê ya derbarê ku çek çi qas zûtir bên bêdengkirin û ewlehî were pêkanîn hebû.

Di vê wateyê de zelalkirin an plansaziyeke zelalkirî ya demê ne tiştekî ku em ê bikin e.

Ev ne tenê karê DEM Partiyê, ne tenê yê AKPyê û ne jî yê MHPyê ye. Ji wê wêdetir bi taybetî li ser AKPyê erk û berpirsiyarî dikevin. Cîbicîker e.

Li vir gotinên Birêz Serokkomar wekî serê cîbicîker di vê mijarê de gelekî girîng in. Em nizanin ew dê çi bin.

Li vir bêguman erkên girîng li ser dewletê ne. Di vê mijarê de em li bendê ne ku dewlet û Birêz Serokkomar wekî serê cîbicîker di vê mijarê de gavên erênî biavêjin.

Peyama ji bo newrozê

Me ji wan re ragihand ku em hêvî dikin peyameke Birêz Abdullah Ocalan hebe da ku di Newrozê de were xwendin an nîşandan.

Em li bendê ne ku gaveke şênber bê avêtin. Parvekirina peyama Birêz Ocalan a di Newrozê de dê ji bo ku ev gava hatiye avêtin, ev banga hatiye kirin bi şênberî bersivek bibîne jî bibe alîkar.

Em difkirin ku ev di çarçoveya civakîbûna aştiyê de dê bi girîngî bibe alîkar. Ji ber vê yekê em gelekî girîngiyê didin vê peyamê.

Me daxwazên xwe yên derbarê vê peyamê de gîhandin rayedaran. Em hêvî dikin ku em dê bersiva vê bi awayekî erênî wergirin. Em ê vê di rojên pêş de bibînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst