Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê li Parlamentoya Tirkiyeyê AK Partî ziyaret kir.
Serdanên DEM Partiyê yên partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê berdewam dikin.
DEM Partî û AK Partî di çaroçoveya pêvajoyê de civiyan. Civînê saet 14:00an dest pê kir.
Di şandeya DEM Partiyê de jî Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigitê cih girt.
Her wiha di nav şandeya AK Partiyê de jî Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler û Wekîla Serokê Koma AK Partiyê Ozlem Zengîn hebûn.
Civîna şandeyên DEM Partî û AK Partiyê nezikî saetek û 45 xulekan ajot.
Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar nehat dayîn.
Li aliyê din Şandeya DEM Partiyê MHP jî ziyaret kiribû.
Piştî hevdîtina bi şandeya MHPyê re hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê gotibû:
"Piştî ku em îro hemû hevdîtinên xwe temam bikin em dê daxuyaniya xwe ya berfireh bi kedkarên çapemeniyê yên hêja re parve bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse