Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke DEM Partiyê dê îro biçe serdana MHP û AK Partiyê.
Serdanên DEM Partiyê yên partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê berdewam in.
DEM Partî heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çû serdana aliyên siyasî û li 101 navendan li gel xelkê, saziyên sivîl û aliyên cuda yên civakê hevdîtin kirin.
Hevserokê DEM Partiyê da zanîn ku divê ji bo bihêzkirina pêvajoyê ew xwe bigihînin hemû aliyên civakê.
Şandeya DEM Partiyê îro di çarçoveya xebatên xwe de dê li Parlamentoya Tirkiyeyê biçe serdana MHP û AK Partiyê.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi daxuyaniyeke nivîskî serdanên DEM Partiyê wekî girîngî pênase kir.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got:
“Hevdîtinên şandeya DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî re di çarçoveya bernameyekê de û piştgiriya wan a ji bo têkoşîna Tirkiyeya bêteror hêjayî spasî û pesindayinê ye.”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî roja yekşemê li Amedê bû û di rojeva wî de jî pêvajoya nû hebû.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di gotara xwe ya li Amedê de anî ziman:
“Em, dibêjin bi tundûtujî, rûbirûbûn û terorê ti pirsgirêk nayên çareserkirin.
Divê çek bêdeng bibin. Divê rûbirûbûn bi dawî bibin.
Divê çareserî bi diyaloga hemû aliyên civakê pêk bê.
Kurd û hemû aliyên civakê divê xwe wekî xwediyên vî welatî, welatiyê wekhev û birûmet û hevbeşê vî welatî hest bikin.
Pêkanîna vê yekê erkê me hemûyan e, erkê dewleta me ye.”
Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya xebatên xwe de dê piştî Cejna Remezanê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicive.
Ji bo bipêşketina pêvajoyê niha çav li ser sazkirina kongreya PKKyê û gavên dewletê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse