Partiya Paşerojê li Enqere û Mêrdînê piştgiriyê dide kê?

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu Enqere Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Paşerojê ya Ahmet Davutoglu di hilbijartinên xwecihî yên adara îsal de dê li Enqereyê piştgiriyê bide CHPyê, li Mêrdînê jî dê piştgiriyê bide AK Partiyê.

Kêmî mehek û nîvê ji hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an re maye.

Lê stratejiya beşek ji partiyên mixalefeta Tirkiyeyê ya ji bo wan hilbijartinan cuda û balkêş e.

Partiya Paşerojê ku Ahmet Davutoglu serokayetiya wê dike, doh bi daxuyaniyekê helwêsta xwe ya derbarê hinek ji bajaran de ku berbijêr jê dernexistine eşkere kir.

Li Enqereyê CHP, li Mêrdînê jî AK Partî

Li gorî daxuyaniyê, dê Partiya Paşerojê li bajarê Enqeryê yê Tirkiyeyê piştgiriyê bide berbijêrê CHPê Mansur Yavaş.

Partiya Paşerojê dê li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jî piştgiriyê bide berbijêrê AK Partiyê Abdullah Erîn.

Partiya Davutoglu di hilbijartinên xwecihî de li bajarê Duzceyê piştgiriyê dide berbijêrê Partiya DEVAyê.

Li Tokat û Kilîsê piştîvaniya berbijêrên ÎYÎ Partiyê û li Orduyê jî piştîvaniya berbijêrê Partiya Demokratê dike.

Partiya Paşerojê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê daye ku ew li nasnemeya partiyê ya berbijêran nanêrin û li gorî xizmetên ku wan heta niha ji bajaran re kirine û dê ji niha û şûnde bikin ev biryar daye.

Partiya Paşerojê 14ê Kanûna Paşîna 2024an berbijêrên xwe yên şaredariyên 72 bajaran di merasîmekê de ragihandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst