STENBOL - Malbata Efrînî banga alîkariyê dike: Divê her du zarokên wan bên dermankirin

17-01-2024
Omer Sonmez
Malbata Efrînî/Wêne: Rûdaw
Malbata Efrînî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Malbata Efrînî Nexweş
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Malbata Efrînî ya ku penaberî Stenbolê bûye, bi xizanî û nexweşiyên giran re têdikoşe.

Malbata Elî ji xêrxwazan alîkariyê dixwaze.

Malbat Elî, ji Racoya Efrînê ye û 11 sal in penaberî navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bûye.

Her du zarokên malbatê, Mihemed Elî û Bedir Elî nexweş in lê ji ber rewşa aboriyê ya xirab nayên dermankirin.

Mihemed Elî (23) karkerê tekstîlê bû. Şevekê dema ji kar vedigere mala xwe ji aliyê 5-6 kesên nenas ve rastî êrişê tê.

Mihemed Elî di encama êrişê de bi nexweşiya gurçikê ket. Herwiha di kîsikê wî yê zirav de jî kevir heye.

Ev 4 sal in, Mihemed hefteyê 3 rojan diçe nexweşxaneya dewletê û tedawiya diyalîzê dibîne, gurçikên xwe dişo.

Mihemed xwestiye serî li neqilkirina gurçikan bide lê ji ber ku penaber e serlêdana wî nehatiye erêkirin.

“Em banga alîkariyê dikin”

Ciwanê Efrînî Mihemed Elî got, “Dema ez diçim gurçikên xwe dişom her roj serê min diêşê. Ev eziyet e ji bo min.

Canê min gelekî zeîf dibe. Hestiyên min pir zeîf dibin. Her diçe nexweşiya min xirabtir dibe.

Ez dixwazim tedawî bibim. Ger gurçikê bibînin gurçik, nebe jî li dewletên derve ez bêm dermankirin.

Êdî kî dikare li kîjan welatî ji me re bibe alîkar. Ez vê bangê dikim.”

Tedawiya Bedîr di nîvî de maye

Bedîr jî 11 salî ye û jidayikbûnê ve nikare destê xwe yê çepê bilivîne.

Ew li Tirkiyeyê, piştî bi salan li nexweşxaneya dewletê civan peyda dike, dest bi tedawiya fîzîkê dike lê niha ji ber ku civan nemane tedawiya wî di nîvî de maye.

Bedîr Eli got, “Ji picukatiyê ve milê min wiha ye. Ez dixwazim destê min bê emeliyatkirin. Dema mezin bibim dixwazim bibim doktor.”

Bi mûçeya herî kêm malê bi rê ve dibe

Bavê zarokan Îsmîl Elî (55) di hefteyê de 6 rojan li tekstîlê bi mûçeya herî kêm dixebite.

Kirêya malê 6 hezar lîre ye û berpirsyariya 2 nexweşan jî li ser milê wî ye.

Îsmaîl Elî got, “Ji sala 2013an û vir ve em li vir in. Her du kurên min tim nexweş in.

Bedir jî Mihemed jî. Ez tenê dixebitim. Ji loma jî pir zehmet e ya rast.”

Ji malbatê gurçikê dayik û bav, li Mihemed hatiye lê ew jî ji ber nexweşîna şekir bi wan re heye gurçikên wan jê re nebûye.

Malbata Efrînî, dixwaze her du zarokên wan bên dermankirin. Ji ber wê jî bangî xêrwaz û saziyên xêrxwaziyê dikin.

Dayika zarokan Raîfe Elî jî got, “Bi min re nexweşiyên şekir, tansiyon û kolostrolê hene. Dema ez bi Mihemed re diçim nexweşxaneyê ez jî xirab dibim.

Ez dixwazim Mihemed û Bedirê min baş bibin, bên dermankirin. Lewra ji xwendinê man. Ji me re gelekî zor e.”

Li Tirkiyeyê bi hezaran penaberên nexweş ên Sûriyeyî yên wekî malbata Efrînî hene ku nikarin bi rêk û pêk bigihîjin xizmetên tenduristiyê.

Penaberên Sûriyeyî pirî caran li nexweşxaneyên dewletê nikarin randevuyan peyda bikin û ji ber ku penaber in carinan rastî miameleya cudakariyê jî tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst