HAK-PAR, PSK û PWKyê bi hev re Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Roja Alaya Kurdistanê PWK PSK HAK-PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK),  li Stenbolê li hola KURD-KAVê, bi hev re, bi semînerekê, “Roja Alaya Kurdistanê” pîroz kir.

Serokê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara destpêka semînerê derbarê Roja Alaya Kurdistanê axaftinek kir.

Paşê Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor bixêrhatina beşdaran kir, ji bo cîh dane wan spasiya KURD-KAVê kir û ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor bi kurdî, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Bahatti Tûran bi Tirkî daxuyaniya hevbeş a HAK-PAR, PSK û PWKyê ya derbarê Roja Alaya Kurdistanê xwend.

Serokê Teşkîlata Stenbolê ya HAK-PARê Ahmet Engîn jî derbarê Roja Alaya Kurdistanê aftinek kir.

Piştî xwendina daxuyaniya hevbeş, nûnerê Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî a Sûriyeyê  Mustafa Evdo û endamê Meclisa PWKyê Mehmet Gul derbarê girîngî, wate û dîroka Alaya Kurdistanê axivîn.

Yek ji Birêvebirê PWKyê Abdulmecîd Kapazan jî derbarê Alaya Kurdistanê helbestek xwend.

Serokê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara û rêvebirên KURD-KAVê, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd û endamên HAK-PAR, PSK, PWKyê beşdarî ve çalakiyê bûn.

Roja Alaya Kurdistanê

Berî ragihandina Komara Kurdistanê, 17ê Kanûna Pêşîn a 1945an bi amadebûna xelkê, Alaya Kurdistanê li bajarê Mihabadê hat bilindkirin ku niha ew roj bûye Roja Alaya Kurdistanê

Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ji bo hildana Alaya Kurdistanê li ser fermangehên Herêma Kurdistanê deng da.

Parlamentoya Kurdistanê  roja 17ê Kanûna Pêşîn wekî Roja Alaya Kurdistanê diyar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst