Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê ye

3 demjimêr berê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Erdogan Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihişt Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Nêçîrvan Barzanî dê piştî 177 rojan bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî gihîşt Enqereyê û dê piştî nîvro bi Erdogan bicive.

Nêçîrvan Barzanî piştî ku gihîşt Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin civiya.

Li gorî bernameyê, hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan dê saet 14:00an dest pê bike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir Nêçîrvan Barzanî û Erdogan dê li ser gelek mijaran ên ku di berjewendiya hevpar de ne biaxivin.

Berpirsê Rewşenbîrî û Ragihandinê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Karox Xoşnaw jî diyar kir ku ev serdana di demeke hesas tê kirin.

"Rûdan Tirkiyeyê teşwîq dikin"

Şirovekar û rojnameger Nagehan Alçiyê jî wiha li ser serdanê got:

“Rûdanên li Rojhilata Navîn, desthilata Tirkiyeyê teşwîq dikin ku li gel Kurdan diyalogê bike. Ev rewşê cuda dike.

Ez serdana Serokê Herêma Kurdî ya Îraqê Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê di vê çarçoveyê de dinirxînim.”

"Dikare navbera Mazlûm Ebdî û Tirkiyeyê xweş bike"

Rojnameger Amberîn Zamanê jî amaje bi wê yekê kir ku Nêçîrvan Barzanî dikare navbeyna Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Tirkiyeyê xweş bike.

Amberîn Zamanê li ser hesabê xwe yê Xê wiha got:

“Nêçîrvan Barzanî hewl dida navbera Fermandeyê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî û Tirkiyeyê xweş bike lê ji ber helwesta tund a aliyê Tirkiyeyê nekarî bi ser bikeve.

Vê carê rewş gelekî cuda ye.”

Li hêla din, Wezereta Karên Derve ya Tirkiyeyê piştî hevdîtinê bi rêya hesabê xwe yê Xê wêneyên hevdîtinê belav kirin û diyar kir ku Kalin jî beşdarî civînê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst