Şerê li Parlamentoyê: ‘Li erdê xwîn heye û li jinan didin’

10 demjimêr berê
Ferdî Sak
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Pevçûn AK Partî TÎP Gulistan Kiliç Koçyîgît Ahmet Şik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pevçûn û aloziyên îro yên li Parlamentoya Tirkiyeyê bûn sedema gelek bertekan.

Parlamentoya Tirkiyeyê îro li ser dosyaya Parlamenterê TÎPê Can Atalay civiya ku girtî ye.

Piştî ku Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik dest bi axaftina xwe kir gelek parlamenterên AK Partiyê bertek nîşanî da.

Ahmet Şik jî berê xwe da wan û got, “Rûyê we qet naêşe. Hûn şerm û heya nakin.”

Gelek parlamanterên AK Partiyê bi dengekî bilind bersiv da Ahmet Şik.

Bekîr Bozdagê ku rûniştina meclisê îdare dikir bi qasî 15 xulekan navber da rûniştine.

“Terorîstên herî mezin li vir in”

Ahmet Şik piştî navberê got ku welatperwerî û dînê wan tenê ji bo xwenîşandanê ye û ew dikarin bi gotinên xwe her kesî bikin terorîst û li pey çû:

“Qet ne ecêb e ku hûn dibêjin Can Atalay terorîst e.

Bila her kes zanibe terorîstên herî mezin li vir in ku bi rêya mafyaya xanedanan ev dewlêt dorpêç kiriye û li vê derê rûniştine.”

Dema Ahmet Şik axaftina xwe didomand Parlamenterê AK Partiyê Alpay Ozalan êrişî wî kir û kulm lê da û Ahmet Şik ket erdê.

Piştî Alpay Ozalan gelek parlamenterên din jî bi aliyê kursî de baz da û pevçûneke mezin qewimî.

Parlamentera DEM Partiyê birîndar bû

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di dema van pevçûnan de ji birihê xwe birîndar bû xwîna wê rijiya ser mermerên Parlamentoyê.

“Ma parlamento ev e?”

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysalê bertek nîşanî êrişan da û got:

“Binêrin ev xwîna serokwekîla koma me Gulistan Koçyîgîtê ye. Li vê derê birûyê jinekê qelaştin.

Bila bibînin ma parlamento ev e? Ma îradeya gel ev e?"

“AKPyiyan êriş kir”

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaçê ku wê demê li parlamentoyê bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa wan kêliyan kir:

“Desthilat dizane ka çawa makezagon bin pê kiriye û çawa neheqiyê dike.

Ji ber wê dixwaze Parlamentoyê qels bike da ku karê xwe neke. Her tim bi vî rengî êrişan pêk tîne.

Îro jî dema Ahmet Şik li ser kursî diaxivî AKPyiyan êriş kir, em ketin navberê.

Pevçûnek di navbera me û wan de jî çêbû lê ev rewş wiha berdewam nake.

Eger parlamenter nikaribin li Parlamentoyê gotinên xwe bikin û siyaseta xwe bikin ev tê wê wateyê ku êdî Parlamento bê helwest maye.”

“Li erdê xwîn heye û li jinan didin”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel seriyek da Gulistan Kiliç Koçyîgîtê û wiha bertek nîşanî bûyeran da:

“Li cihê ku gotin lê bifirin, mist û pehîn difirin. Li erdê xwîn heye û li jinan didin. Li ber çavên me çêbû.

Ez di nav şermeke mezin de me ji bo ku bûm şahidê vê rewşê.

Dema Birêz Gulistan Koçyîgîtê hewl dida rê li ber êrişa li ser kursî bigire birîndar bû. Mixabin em gelekî xemgîn in.”

Piştî van tevlîhevî û pevçûnan rûniştina li Parlamentoyê berdewam kir.

Li hêla din, Parlamentoyê ji ber şer cezayê şermezarkirinê da Parlamenterê AK Partiyê Alpay Ozalan û  Parlamanterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst