Polîsan rê nedan çalakiya Dayikên Şemiyê; zêdetirî 15 kesan hatine desteserkirin

16-07-2023
Nîşan Dayikên Şemiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê yên ku dixwestin li Qada Galatsayar a Stenbolê daxuyaniyekê bidin rûbirûyê midaxeleya polîsan bûn û zêdetirî 15 kesan hatin desteserkirin.

Roja Şemiyê 15ê Temuzê 2023an li Qada Galatasarayê cadeya Îstîklalê ya Stenbolê di çalakiya Dayikên Şemiyê de ku dixwestin çalakiyeke rûniştinê encam bidin polîsan rê neda wan û zêdetirî 15 kesan ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kirin û gotin, di çarçoveya 955emîn hefteya çalakiya xwe de xwestine li Qada Galatasarayê gulan danin û çalakiyeke rûniştinê li dar bixin lê polîsan midexaleya wan kiriye û hejmarek dayik û malbatên wan hatine desteserkirin.

Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) derbarê çalakiyên wan de biryara “binpêkirina maf” daye lê polîsa careke din rê nada çalakiya Dayikên Şemiyê û destwerdan kirin, berî bigihêjin qadê midaxeleyî wan kirin.

Parlementerê Stenbolê yê Partiya Çepên Kesk Celal Firat, Parlementerê Stenbolê yê Partiya Karkerên Tirkiyê Ahmet Şik û Parlementerê HDPê yê berê Musa Pîroglu jî beşdarî çalakiyê bûn.

Li gor peyama hatiye belavkirin, Hanife Yildiz, Îrfan Bilgin, Mikail Kirbayir, Besna Tosun, Ali Tosun, Hasan Karakoç, Gulseren Yoleri, Îsmail Yucel, Davut Arslan, Cihan Kaplan, Cuneyt Yilmaz, Maside Ocak, Leman Yurtsever, Hatice Onaran û Dilan Şimşek jî di nav de zêdetirî 15 kesan hatine desteserkirin.

Tê gotin kesên hatin desteserkirin di pileyên germê yên 33 pile de bi demjimêran di otomobîla polîsan de hatine hiştin.

Dayikên Şemiyê daxwaz kirine hevalên wan ên hatine desteserkirin bên azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst