Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen Vedat Koçal got, “Di vê pêvajoyê de PKK û DEM Partî ne aliyên sereke ne, burokrasiya leşkerî ev pêvajo çêkiriye.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojeve germ “pêvajoya aştiyê” ye û piştî ku Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne çav li gavên PKK û dewletê ne.
Mamosteyê Zanîngehê Vedat Koçal bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Dildar Herkî yên li ser rojevê bersivandin.
“Stratejiyeke hikûmetê ye”
Wî diyar kir ku “Medyaya Tirkiyeyê tenê propagandayê dike” û diyar kir:
“Ev pêvajoya heyî ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan e, stratejiyeke hikûmetê ye ku di hilbijartinan de tê meşandin e.”
Koçal got ku DEM Partî di nava hevkariyeke stratejîk de tevlî bûrokrasiya Tirkiyeyê tevdigere û wiha got:
"Tê xwestin ku dengdêrên Kurd ên ciwan û sekuler ên li bajarên mezin ducare dengê xwe bidin DEM Partiyê da ku rê li ber serkeftina mixalefetê bê girtin.”
“Di vê pêvajoyê de PKK û DEM Partî ne aliyên sereke ne”
Koçal destnîşan kir, ên ku vê pêvajo bi rê ve dibin ne siyasetmedarên Tirkiyeyê ne lê dezgehên îstixbarat û bûrokrasiya leşkerî ne û got:
“Di vê pêvajoyê de PKK û DEM Partî ne aliyên sereke ne, burokrasiya leşkerî ev pêvajo çêkiriye.
Pêvajoya çareseriyê her çi qasî wekî pêvajoyeke siyasî tê nîşandan jî di rastiyê de projeyeke bûrokratîk e.
Şaş e ku mirov vê pêvajoyê wekî pêvajoyeke dan û standinan binirxîne çimkî dan û standin du alî ne û li vir tenê armanc ew e ku PKK çekan deyne.
Ev sepandineke ewlehiyê ye, ne pêvajoyeke çareseriyê ye.”
Rojava
Koçal li ser pêşhatên li Sûriyeyê jî got ku meseleya Rojavayê Kurdistanê di esasê xwe de mijara dan û standinên navbera Amerîka û Rûsyayê ye û aktorê sêyem jî Îsraîl e.
Vedat Koçal daxuyand ku Tirkiye hêvî dike ku Kurd li Sûriyeyê bêyî wergirtina ti taybetiyan ji Şamê re bên hiştin lê ev hêvî pêk nehatine.
Wî ragihand, îdiaya ku Tirkiye meyla dan û standinên li Sûriyeyê diyar dike ne rast e.
#VÎDEO - Akademîsyen Vedat Koçal: Medyaya Tirkiyeyê tenê propagandayê dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 16, 2025
🎙️ Vedat Koçal: Di vê pêvajoyê de #PKK û DEM Partî ne aliyên sereke ne
🎙️ Vedat Koçal: Burokrasiya leşkerî ev pêvajo çêkiriye pic.twitter.com/EHyGWSaFuY
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse