Bahçelî bangî CHPyê kir: Hûn alîgirên avakirina Kurdistanê ne yan na?

3 demjimêr berê
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajo DEM Partî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Devlet Bahçelî bangî CHPyê kir û got, “Hûn alîgirên avakirina Kurdistaneke 4 parçeyî ne yan na? Ka eşkere bikin da ku em bibîbin”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav dabû wan.

Piştî vê yekê gotegotên “pêvojeke nû” dest pê kir.

“Me destê xwe ji bo biratiyê dirêj kir”

Bahçelî îro jî di civîna koma partiya xwe de li ser heman mijarê axivî û got:

“Me destê xwe ne ji bo pêvajoyê, ji bo biratiyê dirêj kir.

Destê ku min dirêj kir, ne destekî bê hesab e. Destê jidilî û nîyeteke paqij e.

“Werin em bibin yek”

Teblîxa, ‘Em li Tirkiyeyê bibin yek, li dora miletê Tirk bigihin hev’ e.

Hêmeza me ji her kêsê ku ji vê axê re dibêje ‘welatê min’ vekiriye. Werin em bibin yek.”

“Hûn alîgirên avakirina Kurdistaneke 4 parçeyî ne yan na?”

Devlet Bahçelî di berdewemiya axaftina xwe de bangî CHPyê jî kir û got:

“Bila kerem bikin nîşanî me bidin ku ew ne xwînê lê biratiyê dixwazin.

Hûn alîgirên avakirina Kurdistaneke 4 parçeyî ne yan na? Ka eşkere bikin da ku em bibîbin.”

"(Ocalan) Bila ragihîne ku wî rêxistin bi dawî kiriye"

Bahçelî her wiha di axaftina de bal kişand ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û diyar ku dema ew hat girtin wî gotiye ku “ew ji bo hemû xizmetan amade ye”.

Bahçelî li ser vê jî amaje bi wê yekê kir ku madem Ocalan wisa gotiye bila ew niha jî ragihîne ku wî PKK tesfiye kiriye.

"Nefikirin ku dewlet dê rûne ser maseyê"

Serokê MHPyê her wiha tekez kir ku di bin şert û mercên niha de bila kes li bendê nemîne û nefikire ku dewlet dê bi PKKyê re rûne ser maseyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst