Ji Abdullah Gul peyama pirsa Kurd

15-10-2023
RÛDAW
Nîşan Abdullah Gul Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul got: “Eger me bikaribûya di çarçoveyeke demokratîk, mafên bingehîn û azadiyan de pirsa Kurd çareser bikira dê dilsozî û aîdiyeta hemû welatiyên me ji bo welat zêdetir bûya.”

Abdullah Gul pêr li bajarê Kayseriyê yê Tirkiyeyê, di bernameya “Çalakiyên Damezrandina 100 Saliya Komarê” ya Zanîngeha Abdullah Gul de axivî.

Abdullah Gul di axavtina xwe behsa pêvajoya destûreke nû ya ku ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû eşkerekirin, kir û piştgiriya xwe ragihand.

Gul got: “Derfeta ku birêz Serokkomar van rojan anî ziman, divê bi awayekî eşkere û bi nêzîkbûneke ne pêşdarazî bê nirxandin.”

Pirsa Kurd

Gul behsa pirsa Kurd jî kir û wiha axivî:

“Eger me bikaribûya di çarçoeveyeke demokratîk, mafên bingehîn û azadiyan de pirsa Kurd a ku Mustafa Kemal Paşa sala 1923yan di axavtina xwe ya Îzmitê de bal kişandibû serê çareser bikira dê dilsozî û aîdiyeta hemû welatiyên me ji bo welat zêdetir bûya û rê li ber mezinbûna herêmî ya pirsgirêkê bigirta.

Bi vî awayî jî me dikaribû rê li ber bigirta ku nebûya lîstikeke hêzên navdewletî.”

Gul behsa piştgiriya navdewletî ya bo Kurdan kir û got:

“Mixabin terora dabeşker a ku destpêkê Sovyet û Rûsyayê û piştre jî hêzên Amerîkî, ji bo berjewendiyên xwe yên heremî piştgirî danê, ji aştiya welatê me ya navxweyî û geşedana aborî re bû asteng.”

Gul bo destûra nû jî diyar kir, divê destûra nû li gor prensîbên gerdûnî û li ser bingeha welatîbûna wekhev û azadiyan mafên bingehîn ên hemû kesan bihêz û garantî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst