Bakirhan: Li cihê ku em nebin dewlet heye

Duh li 11:22
Nîşan DEM Partî Tuncer Bakirhan Narîn Guran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan kuştina Narînê bi bîr anî û got, “Li cihê ku em nebin dewlet heye.”

Konferansa Rêxistinkirinê ya Giştî ya Partiya Gelan Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi dirûşma “Em ji bo azadiyê xwe bi rêxistin dikin” li Enqereya paytexta Tirkiyeyê tê kirin.

“Projeya dewletê tê zîndikirin”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Narîn Gurana 8 salî ya ku li gundê Çûliyê yê Amedê hatibû kuştin bi bîr anî got:

“Gelek aliyên vê cinayetê hene. Me bi vê cinayetê re careke din dît ku parastina civakê tê çi wateyê.

Li gundê ku Narîn lê hatiye kuştin bi temamî projeyeke dewletê, prototîpeke dewletê tê zîndikirin.

Em bûn şahid ku di civakeke nerêkxistî de cinayeteke wiha çêbû.

Di civakeke ku rêxistina dewletê heye cinayetên wiha kirêt, wiha pûç çêdibin.

Civaka ku dewlet pêşengiya wê dike gundê Çûliyê ye. Em civaka exlaqî û polîtîk diparêzin û têkoşîna vê didin.

“Wî gundî bi yekdestî Narîn kuşt”

Ev pergala li pêşberî me hewl dide bi rêya dewletê civakê pûç bike.

Pratîka dewletê ya li gundî Çûliyê nîşaneya vê ya herî baş e.

Li cihên ku em nebin dê hinek sazî bi pêş bikevin ku bawerî û dinê civakê dikojin.

Ez eşkere dibêjim, wî gundî bi yekdestî Narîn kuşt.”

“Eşkerenekirina failan çi vedişêre?”

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku gelek kes û hêz li pey kuştina Narînê hene û got:

“Wan Narîn kuşt û veşart lê têrî wan nake. Niha jî hewl didin agahî û belgeyan manîpule bikin.

Çima li vî gundî rastî dernakevin? Eşkerenekirina failan çi vedişêre? Ser çi dinixûmîne?

Divê em van pirsan gelek caran bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst