Ozgur Ozel berbijêrê serokatiya CHPyê ye: Îmamoglu pişta wî girt

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Ozgur Ozel CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser berbijêriya serokayetiya giştî ya CHPyê piştevaniya xwe ji bo Ozgur Ozel ragihand.

Serokê Grûpa Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Parlamentoya Tirkiyeyê Ozgur Ozel di civîneke çapemeniyê ya li avahiya giştî ya partiya xwe de berbijêriya xwe ya ji bo serokatiya CHPyê ragihand.

“Baweriya guherînê bi awayekî xirab şikest”

Serokê Grûpa Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Parlamentoya Tirkiyeyê Ozgur Ozel got:

“Ev gava destpêkê ye lê bibiryar kom bûye û kolektîf e. Baweriya guherînê ya ku berî hilbijartinê li Tirkiyeyê çêbû bi awayekî xirab şikest.

Rêveberiya partiyê li ser sedemên şikestinê ranewestiya û nexşerêyeke nû diyar nekir. Wan xwest ku desthilata xwe ya di nav partiyê de biparêzin.”

Piştî daxuyaniyê beşek ji kesayetên diyar ên CHPyê piştevaniya xwe ji bo Ozgur Ozel ragihand.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi peyamekê li ser hesabê xwe ya tora civakî piştevaniya xwe ji bo Ozel ragihand.

“Ew ji bo guherîna Tirkiyeyê bi rê ketine”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di peyama xwe de got:

“Eger CHP biguhere dê Tirkiye biguhere. Ez serkeftinê ji Ozgur Ozel û hevalên wî re dixwazim ku ji bo guherîna Tirkiyeyê bi rê ketine.”

Biryar e di dawiya Çiriya Pêşîn de komcivîna 38emîn a CHPyê were kirin.

Di vê komcivînê de Serokê Giştî yê Partiyê, Endamên Encûmena Partiyê û Desteya Bilind a Disîplînê ya CHPyê tê hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst