Li Stenbolê 7 kes bi hinceta endamtiya PYD/YPGyê hatin desteserkirin

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Operasyon PYD YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê 7 kes bi hinceta ku berê di nava PYD/YPGyê de mane hatin desteserkirin.

Ji aliyê Rêveberiya Navenda Îstîxbaratê û Rêveberiya Rûbirûbûna Terorê ya Stenbolê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Îro di çarçoveya wê lêpirsînê de polîsan serê sibehê di oparasyoneke hevdem de bi ser gelek malan de girt.

Di serdegirtina malan de 7 kesên ku ne welatiyên Tirkiyeyê ne bi hinceta ku qaşo "berê di nav Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)" de mane hatin desteserkirin.

Kesên desteserkirî birin Navenda Ewlekariyê ya Stenbolê lê heta niha nasnameyên wan nehatine eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst