Li Çorumê agir bi otobusa rêwiyan ket, mirî û birîndar hene

15-02-2024
Nîşan Çorum Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê otobuseke rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn.

Otobus şewitî, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, îro li ser rêya di navbera Çorum û Samsunê de otobuseke rêwiyan ji paş ve li barhilgirekê da û agir bi otobusê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên Parastina Sivîl, cendirme û polîs bi hewara wan ve çûn.

Agirê ku bi otobusê ketibû hat vemirandin.

Di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Hîtîtê ya Erol Olçokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst