Li Stenbolê agir bi konteynera karkeran ket: 3 mirî, 2 birîndar

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Karket Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê agir bi konteynera karkeran ket.

Di encamê de 2 jê Kurd 3 karkeran canê xwe ji dest da û 2 karker jî bi giranî birîndar bûn.

Li taxa Mîmar Sînanê ya navçeya Sultanbeyliyê ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi konteynera karkerên girêdayî kompanyayeke taybet ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî midaxeleyê, timên tenduristiyê 2 karkerên ku bi giranî birîndar bûbûn birin nexweşxaneyê.

Herwiha cenazeyên 3 karkeran ku di agir de canê xwe ji dest dabû jî hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Stenbolê derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo zelalkirina sedema agir lêkolîn berdewam e.

Li gorî zanyariyan navên karkerên ku canê xwe ji dest daye wiha ne: Murat Çolak (17), Muhammed Şahîn (18) û Firat Karadag (21) e.

Muhamed Şahîn ji navçeya Qaxizmanê ya Qersê û Murat Çolak jî Îdirê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst