Partiya Paşeroj soza perwerdeya Kurdî dide?

14-12-2019
Gulbahar Altaş
Nîşan Ahmet Davutoglu Partiya Paşeroj Perwerdeya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd Huseyin Siyabend ku pêştir hevdîtin ligel Ahmet Davutoglu kiriye, dibêje Davutoglu berî damezrandina partiya xwe red dikir zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibe fermî. Yek ji endamên desteya damezrîner a Partiya Paşerojê Bayram Zîlan jî derbarê mijarê de dibêje: “Min ne dîtiye ku Davutoglu li dijî pêşniyara ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê derketiye.”

Serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê yê berê Ahmet Davutoglu duh înê li Enqerê bi fermî damezrandina partiya xwe, Partiya Paşerojê ragihand.

Davutoglu diyar kiribû, ku ew dê li Tirkiyê serdemeke nû ya siyasî destpê bikin û gotibû, divê ew welatekî ava bikin, ku mirov bikaribin tê de bi awayekî serbilind bijîn.

Derbarê mijara perwerdewya bi Kurdî de wiha axivî bû: “Em li gel wê yekê ne ku mafê çandî û baweriyê yê her pêkhateyekê bê piştevanîkirin. Di vê çarçoveyê de jî bikaranîna zimanê dayîkê di qadên perwerdehî û jiyanê de, wê piştevaniya me ya ji bo welat jî xurtir bike.”

Derbarê mijarê de Nivîskarê Kurd Huseyin Siyabend ji Rûdawê re diyar kir ku Davutoglu berî damezrandina partiya xwe red dikir zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibe fermî û wiha pê de çû: “Birêz Davutoglu dibêje bila perwerdeya bi zimanê dayîkê  bi hêviya înîsiyatîfa şexsan ve bimîne. Jixwe di axavtina xwe ya damezrandina partiyê de got ku bikaranîna zimanê dayîkê di jiyana civakî de dê pêvajoya aîdîbûnê bihêztir bike. Di hevdîtinên xwe de li dijî Kurdî bibe zimanê fermî helwest nîşan dida û gelek zelal e ku di qada siyasî de bersiva vê yekê nade. Eger li Tirkiyê mijara pêvajoya yasayîbûna perwerdeya bi zimanê dayîkê bi înîsiyatîfa şexsa ve bimîne, jixwe di asta herî bilind de TRT Kurdî dike ku tevî hêj zemînekê wê nîne, AK Partî weke dewlet herî baş dike. Wê demê wateya hebûna ji bo vê sedemê ya partiya Birêz Davutoglu çi ye?”

Huseyin Siyabend amaje bi yekê kir ku ev helwesta nêzîkbûna Davutoglu bo civaka Kurd, dê zerarê bide peywendiyan û wiha got: “Ev dê di heman demê de PKKê jî bihêz bike. Herwiha yasayîbûna zimanê Kurdî, tê wateya şerê li dijî PKKê. Eger Birêz Davutoglu bixwaze bibe aliyeke alternatîv, divê ew bi zelalî bersiva wê yekêbide ku dixwaze çi bike. Ti wetaya vegera polîtikayên berê nîne. Jixwe ne li gor Partiya Paşerojê ye vegera polîtikayek pêştir. ”

Bayram Zîlan: Em piştgiriya Kurdî bibe zimanê perwerdeyê dikin

Yek ji endamên desteya damezrîner a Partiya Paşerojê Bayram Zîlan ji Rûdawê re derbarê mijarê de wiha axivî: “Weke tê gotin ku Birêz Davutoglu di hevdîtinan de li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî derketiye, ez bixwe nebûme şahîdê wê yekê û min nebihîstî ye. Ev kesê ku ev yek îdia dike çima gotiyê jî ez nizanim. Herwiha ez nizanim li kuderê behs jî hate kirin.”

Bayram Zîlan diyar kir ku wan mijara perwerdeya bi ziman, dayîkê nîqaş kirine û ti caran Ahmet Davutoglu li dijî wê derneketine û got: “Perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo herkesê weke sire dayîkê helal e, em wisa difikirin.”

Zîlan bi bîr xist ku Ahmet Davutoglu di axavtina xwe ya danesîna partiya xwe de behsa mijara perwerdeya bi zimananê dayîkê jî kir û got: “Em piştgiriya zimanê dayîkê yên Tirkên li dervey welat dijîn dikin. Em dibêjin divê Kurdên li nav Tirkiyê dijîn jî mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê hebe. Em dixwazin aştî û aramî pêk were û em li dijî her cihêkariyê ne.”

Hereketa Azadî: Bila Tevgera Zimanê Kurdî were avakirin

Herwiha Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Fevzî Bulgan jî derbarê heman mijarê de ragihand ku diyar e ti xêra Ahmet Davutoglu û Partiya Paşeroj dê ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî nebe û got: “Jixwe tiştek bi vî rengî ne li gor ‘kûrahiya stratejîk’ a wî ye. Ji bo Tevgera Zimanê Kurdî were avakirin. Divê zimanê Kurdî bi ber fermî û zimanê perwerdeyê û herwiha divê navên hatine guhertin jî vegerên li ser eslê xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst