Hewlêr (Rûdaw) - Diyar Koçê ku di xwenîşandana li dijî êrişên li Rojavayê Kurdistanê de bi şkenceyê hatibû desteserkirin û girtin, hat berdan.
Diyar Koç ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlehiya Bilind a Sincanê derket.
Li ber deriyê girtîgehê, rêxistina Enqereyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û nûnerên Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwariyan re (TUHAD-FED) ew pêşwazî kir.
Diyar Koç li wir ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got:
"Gelê Kurd ti carî dest ji berxwedana xwe berneda.
Di zindanan de jî berxwedan domand.
Em ji bo azadî û aştiyê berxwedana xwe didomînin.
Bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana gelê Kurd."
Çi bûbû?
Diyar Koç, 20ê Kanûna Paşîn di xwenîşandanên li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de hatibû desteserkirin.
Ew xwenîşandan li dijî êrişên HTŞyê yên li Rojavayê Kurdistanê bûn.
Koç li ser sînorê Qamişloyê hatibû desteserkirin û rastî lêdaneke giran hatibû.
Dîmenên lêdan û heqaretên li dijî wî di vîdeoyan de jî hatibûn dîtin.
Diyar Koç ji ber şkenceyê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û di laşê wî de gelek cih şikestibûn.
Dema desteserkirinê, bi îdiaya ku "alaya Tirkiyeyê aniye xwarê" hatibû armancgirtin lê ev îdia di hincetên girtinê yên dadgehê de cih negirt.
Koç 23yê Kanûna Paşîn bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê" û "binpêkirina ewlehiya sînor" hatibû girtin.
Ew berê biribûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û paşê jî sewqî Girtîgeha Amedê kiribûn.
Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû, ew sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê kiribûn.
Paşê ji bo emeliyata serê wî, 27ê Kanûna Paşîn sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê hatibû kirin.
Diyar Koç 29ê Kanûna Paşîn biribûn Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1ê ya Sincanê.



