Hewlêr (Rûdaw) - Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku pêvajoya çareseriyê di qonaxeke krîtîk de ye û destnîşan kir ku ji bo bipêşveçûnê divê gavên demokratîkbûnê bêyî derengketinê bên avêtin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna koma DEM Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û li ser pêvajoya çareseriyê, demokratîkbûn, nîqaşên darazê û mafên jinan nirxandin kirin.
Hatîmogullariyê anî ziman ku piraniya civaka Tirkiye û Bakurê Kurdistanê aştiyê dixwaze û diyar kir ku dirêjbûna pêvajoyê pirsan zêde dike.
Wê eşkere kir ku wan wekî DEM Partiyê ne tenê îro, di demên ku şer herî dijwar bû de jî banga diyalog û muzakereyê kiriye û li pey çû, "Me ti carî dev ji daxwaza aştiyê berneda."
Hatîmogullariyê bal kişand ser têkoşîna Dayîkên Aştiyê ya bi salan û got:
"Ji bo aştiya ku civak hêviyê jê dike divê em dengê xwe bilindtir bikin û zêdetir xwedî li vê pêvajoyê derkevin."
“Dîrok dê qala kesên wêrek bike”
Hatîmogullariyê destnîşan kir ku aştî ne tenê bi aktorên siyasî, bi hewldana hevpar a hemû beşên civakê pêkan e û diyar kir ku divê jin, ciwan, parêzvanên mafên mirovan, Elewî û welatiyên ji gelên cuda daxwaza aştiyê xurttir bînin ziman.
Tulay Hatîmogullariyê got, "Di vê qonaxê de dîrok dê qala kesên ku aştiyê dereng dixin neke, dê qala kesên wêrek bike."
Wê anî ziman ku dîroka aştiyê dê bi hêvî, têkoşîn û rêxistinbûnê bê nivîsandin.
Piştgiriya ji bo konferansa veguherîna demokratîk
Hatîmogullariyê qala "Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê" jî kir ku dê 13-14ê Hezîranê li Stenbolê bê lidarxistin û eşkere kir ku ew bawer dikin ev konferans dê tevkariyê li lêgerîna demokrasî, aştî û jiyana hevpar bike.
Hatîmogullariyê destnîşan kir ku ev hewldana bi pêşengiya rewşenbîr, nivîskar û hunermendan dê lêgerînên veguherîna demokratîk xurttir bike.
Hatîmogullariyê da zanîn ku têkoşîna aştî û demokratîkbûnê pêvajoyeke dirêj û zehmet e lê tevî vê yekê jî ew biryardariya xwe diparêzin û got:
"Ji bo ku aştî û demokrasî li van axan were avakirin em li ser rêya xwe didomin."
Wê diyar kir ku ew dê dev ji armanca Komara Demokratîk bernedin.
“Divê qada siyaseta demokratîk berfireh bibe”
Hatîmogullariyê anî ziman ku divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê divê her kesê ku baweriyê bi demokrasî û serweriya hiqûqê tîne têkoşîneke hevpar bimeşîne.
Hatîmogullariyê got, "Du têgehên bingehîn ên vê serdemê aştî û demokrasî ne."
Wê eşkere kir ku ew dê têkoşîna xwe li ser van her du xalan bidomînin.
“Yasaya çarçoveyê dikare pêvajoyê bileztir bike”
Hatîmogullariyê diyar kir ku pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye û anî ziman ku hêviya civakê ew e ku çarçoveyeke qanûnî ya ku dê pêvajoyê bixe bin garantiyê were avakirin.
Hatîmogullariyê bal kişand ser daxuyaniyên berê yên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û got:
"Eger tê gotin ku divê di karên xêrê de lez were kirin, divê pêdiviya vê yekê were bicihanîn û gav bên avêtin."
Wê destnîşan kir ku divê yasaya çarçoveyê ne tenê desthilatê, mixalefet û hemû beşên civakê jî li xwe bigire.
Hatîmogullariyê diyar kir ku divê yasa bibe zemîna derbasbûna ji pêvajoya şer ber bi serdemeke demokratîk û sivîl ve.
“Divê rola Ocalan bê diyarkirin”
Hatîmogullariyê bal kişand ser girîngiya sazîbûna pêvajoyê û anî ziman ku ji bo aştî mayînde bibe divê mekanîzmayên pêwîst werin avakirin.
Hatîmogullariyê diyar kir ku di qonaxên pêş ên pêvajoyê de divê rol û pêgeha Abdullah Ocalan jî bê diyarkirin û eşkere kir ku divê parlamento û bi taybetî jî desthilat berpirsyariyê bigire ser xwe.
Berteka li hemberî nîqaşên nafaqeyê
Hatîmogullariyê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser nafaqeyê rexne kir û diyar kir ku mafê nafaqeyê yek ji garantiyên aborî yên bingehîn ên jinan e.
Hatîmogullariyê destnîşan kir ku mafê nafaqeyê bi salan e bi kampanyayên cuda tê armanckirin û got, "Em qebûl nakin ku mafên jinan ên bidestxistî bi paş ve biçin."
Wê anî ziman ku xizaniya jinan kûr dibe û nafaqe ji bo gelek jinan garantiyeke girîng e û destnîşan kir ku hewldanên li dijî mafê nafaqeyê, destwerdaneke li ser serxwebûna aborî ya jinan e.
Her wiha wê hinek sererastkirinên ku di çarçoveya Pakêta Darazê ya 12an de hatine rojevê û hewldanên ku mafên LGBT+yan dikin armanc jî rexne kirin.
“Tirkiye di binê krîza demokrasiyê de ye”
Hatîmogullariyê di beşa dawî ya axaftina xwe de qala biryarên darazê yên li ser CHPyê kir û diyar kir ku Tirkiye ne tenê krîza aborî, di heman demê de krîza demokrasî û hiqûqê jî dijî.
Hatîmogullariyê diyar kir, biryara ku li ser CHPyê hatiye danîn hewldana dîzaynkirina siyaseta demokratîk e û anî ziman ku divê ne dadgeh, endam, delege û dengdêr li ser paşeroja partiyên siyasî biryarê bidin.



