Yilmaz Tunç: Pêvajoya aştiyê nîne!

3 demjimêr berê
Nîşan Yilmaz Tunç Pêvajoya Aştiyê Rojev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got, “Tiştekî bi navê pêvajoya aştiyê nîne.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Piştî vê yekê pirsa “Gelo pêvajoyeke nû aştiyê dest pê dike?” yek ji rojevên sereke ye.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç îro pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.

Yilmaz Tunç bi taybetî li ser sîstema darazê sekinî û diyar kir ku ew dê hinek guherînan bikin.

“Nîqaşeke wiha nîne”

Tunç, li ser gotina “Nîqaşên pêvajoya aştiyê jî li rojevê ne” got, “Nîqaşeke wiha nîne.”

“Hevalno, rojeveke wiha nîne”

Piştre jî pirsa, “Eger rojeveke wiha çêbû dê Wezareta Dadê li kû dera vê pêvajoyê be?” wiha bersivand:

“Hevalno, rojeveke wiha nîne. Ev mijar niha tenê gotegot in.”

Çi bûbû?

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Bahçelî rahişt destê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik.

Bahçelî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê mijarê got:

"Em dikevin serdemeke nû. Dema ku em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin."

Bahçelî vê hefteyê jî di civîna partiya xwe de armanca xwe ya çûna cem DEM Partiyê eşkere kir û got:

“Destê ku min dirêjî wan (DEM Partiyê) kir, pêşniyar û daxwaza 'Werin bibin partiya Tirkiyeyê û li dijî terorê bin’ bû.

Destê ku ez dirêj dikim peyama yekitî û biratiya me ya neteweyî ye.”

Erdogan jî doh li ser silava Devlet Bahçelî got, “Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî dikin ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve baş were fêmkirin.”

Ev helwest û daxuyaniyên Bahçelî niha rojeva germ in û pirsa “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” tê kirin?

Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê li ser mijarê got, “Ew li pey lîstikên nû ne, eger aştiyê dixwazin Îmralî li wir e. ”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser mijarê axivî û wê anî zimên, "Silavdayîn pir bi qîmet e lê ji bo şîrovekirinê hîn zû ye."

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan jî got:

“Divê mirov zêde wateyê li merhebaya ku daye DEM Partiyê bar neke, zêde mezin neke. Tewr hinek kes dibêjin, ‘Gelo dê pêvajoyeke nû dest pê bike?’ Tiştekî wiha nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst