Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê keçikeke 12 salî bi keviran hat kuştin.
Li taxa Bagcilarê ya Stenbolê kesekî ku nasnameya wî hîn nehatiye diyarkirin êrişî malekê kir û zarokeke 12 salî kuşt, birayê wê yê 5 salî jî birîndar kir.
Li gorî agahiyan, li kolana 1487an a taxa 15 Temmuzê kesekî êrişî malekê kiriye.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.
Di lêkolînê de hat diyarkirin ku M.S.ya 12 salî ya Sûriyeyî ku li malê bi tena serê xwe bûye miriye û birayê wê yê 5 salî A.S. ji serî û çavên xwe birîndar bûye.
A.S.yê birîndar piştî midaxeleya tîmên tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bagcilarê hat kirin.
Termê M.S.yê piştî lêkolînê sewqî meytxaneya nexweşxaneyeke taybet hat kirin.
Hat zanîn dêya zarokan G.S piştî bûyerê nexweş ketiye.
Wê ji polîsan re gotiye ku kesekî nenas ketiye malê û bi keviran êrişî zarokên wê kiriye.
Lêpirsîna polîsan a li ser bûyerê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse