MÊRSÎN- Parlamenterên DEM Partiyê: Armanca wan nehiştina îradeya gelê Kurd e

17 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Nîşan Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz Nuriye Aslan DEM Partî Mêrsîn
A+ A-

Mêrsîn (Rûdaw)- Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê xwenîşandanên li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dikin û parlamenterên DEM Partiyê diyar kir ku armanca dewletê nehiştina îradeya gelê Kurd e.

Dadgeha Mêrsînê di derbarê Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslanê biryara girtinê da û pê re jî qeyûm li ser şaredariyê hatin danîn.

Xwenîşandana û çalakiyên li dijî biryarê li gelek deverên bajêr bi çalakiyên cûrbecûr berdewam dikin.

Avahiya şaredariyê di jêr dorpêça polîsan de ye û çûnhatin qedexe ye.

Her du hevserok bi tometa endamtî û alîkariya darayî ya ji bo rêxistinê tevî 3 endamên meclîsê hatin girtin.

DEM Partî vê yekê wekî rapêçkirina îradeya gel û têkbirina hêviya pêkvejiyanê bi nav dike û peyama berxwedanê dide.

“Em ranawestin û dê berxwedana me berdewam bike”

Parlementera DEM Partiyê Dîlan Kuntê diyar kir ku dê berxwedana wan berdewam bike û wiha axivî:

“Di wê demê de ku hem hişmendiya neteweyî ya Kurdan berz dibe û hem jî hêviyên pêkvejiyanê xurt dibin em dê li ber xwe bidin.

Heta ku ew aqlê faşîst dev ji vê zihniyeta xwe berde em dê di ber xwe bidin.

Heta ku hevşaredarên me yên hilbijartî hatine berdan, heta ku em careke din şaredariyên xwe nestînin em ranawestin."

Di wê dema ku di navbera Îmrali û dewletê de danûstandin zêde bûne, danîna qeyûman jî berdewam dike.

“Dêrdê wan îradeya gelê Kurd e”

Hejmara şaredariyên DEM Partiyê yên ku qeyûm li ser wan hate danîn gihîşt 7an.

Şaredariya Akdenîzê jî êdî yek ji wan e ku di hilbijartina 2023yan bi qasî ji sedî 36,9ê dengan ketibû destê DEM Partiyê û Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan jî bûbûn hevşaredar.

Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êdî li şûna wan qeymaqamê navçeyê Zeyît Şener rûniştî ye.

Parlementerê DEM Partiyê Elî Bozan jî got, ”Derdê wan ne hiqûq ne edalet û ne jî biratiya gelan e. Derdê wan şikandina îradeya gelê Kurd û rant e.”

Tayînkirina qeyûman ji sala 2016an vir ve di rojevê de ye. DEM Partiyê di hilbijartina 2024an de 65 şaredarî bi dest xistibûn.

Ew hejmar niha daketiye 58an û gefa danîna qeyûman li ser gelek şaredariyên din jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst