Bakirhan: Av bi bêjingê nayê komkirin

12-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser karên qeyûman û got, “Av bi bêjingê nayê komkirin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de ne nirxandin. 

“Av bi bêjingê nayê komkirin”

Bakirhan bal kişand ser xwenîşandanên li Êlihê û got:

“Qeyûmê Êlihê wekî karê xwe ewil pêşî li xizmeta Kurdî girt. Qeyûm ev e û em dibêjin qeyûm dijminatî ye.

Heta ku em bidin fêmkirin em dê vê gotina xwe bidomînin. Xelkê me dixwaze rêz li îradeya wan bê girtin. Xelkê me daxwaza demokrasiyê dike ne ku daxwaza qeyûman.

Li Êlihê dayîkekê got, 'Av bi bêjingê nayê komkirin'. Ez jî ji we dipirsim, gelo ma qeyûm ne komkirina avê ya bi bêjingê ye? Ew dixwazin bi bêjingê avê kom bikin.

Du heyaman qeyûm hatin tayînkirin. Desthilatê ji ber tayînkirina qeyûman bersiveke pir zelal wergirt lê tevî vê yekê dîsa jî heman tiştan dubare dike.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan pêr piştî civîna kabîneyê derbarê tayînkirina qeyûman axivî û ji bo şaredarên DEM Partiyê gotibû, “Kes nizanin ew kî ne, ew ne serokên hilbijartî ne ew kesên rêxistinê ne.”

“Eger hûn li kesên nenas digerin li dora xwe xwe binêrin.”

Bakirhan nerazîbûneke tund nîşanî van gotinên Erdogan da û got:

“Qeyûm ne bes in niha jî ji hevserokên me re dibêje, ‘Kes nizanin ew kî ne û çi ne.’ Diyar e em kî ne.

Em li vir edalet, aştî û demokrasiyê dixwazin. Ew kesên we tayînkirine kez nizane ew kî ne û çi ne.

Ew mafên kesên belengaz dixwin, ew dizî û gendeliyê dikin.

Eger hûn li mirovên nenas digerin, li dora xwe û hawîrdora xwe binêrin.”

“Hûn ji hemû Kurdan re dibêjin terorîst”

Bakirhan tohmetên li wan tên kirin red kir û got:

“Ew qasî bê fikar bûne ku lingên wan li kevirekî jî bikeve dê qeyûm tayînî şaredariyên DEM Partiyê bikin.

Tenê ew ji vê derewa 'terorîzmê' bawer dikin. Di partiya me de ne ‘teror’, ne jî ‘terorîst’ hene. Em dizanin ku hûn ji hemû Kurdan re dibêjin 'terorîst'.

Niha jî hewl didin ji hemû kesên mixalif re bibêjin terorîst.”

“Qeyûm êdî ne pisgirêka Kurdan e”

Bakirhan amaje bi wê yekê kir ku tayînkirina qeyûman êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e û wiha domand:

“Binêrin, em bi zelalî dibêjin, qeyûm êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e.

Li Esenyurtê jî ev rastî eşkere bû. Eger em bi hev re li dijî qeyûman ranewestin, ne tenê li erdnigariya Kurdan dê li her çar aliyên Tirkiyeyê bên tayînkirin.”

Hilbijartinên Amerîkayê

Bakirhan derbarê hilbijartinên Amerîkayê jî got:

“Nûnerên desthilatê dixwazin hilbijartina Trump veguherînin derfetekê. Hewl didin vê bikin bingeha operasyona leşkerî ya li Rojavayê. Bi êrişa li Rojavayê hûn nikarin qeyranan ji holê rakin.

Em dixwazin bidin zanîn ku hûn dê bi sermayeyên biyanî bi ser nekevin, çareserî li Amedê ye, li Enqereyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst