Erdogan li ser silava Bahçelî daxuyaniyeke nû da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Pêvajoya Aştiyê Devlet Bahçelî Pîvajoya Çareseriyê MHP DEM Partî KCK PKK Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser îdiayên pêvajoyeke nû ya çareseriyê axivî û diyar kir pêngava ku Bahçelî avêtiye girîng e.

Recep Tayyîp Erdogan piştî ziyaretên xwe yên Albanya (Arnawidistan) û Sirbistanê li ser rêya vegera Tirkiyeyê di balafirgehê de bersiv da rojnamegeran.

Erdogan amaje bi wê yekê kir, dibe ku di kabîneyê de guhertin çêbibin û hinek alîkarên Serokê AK Partiyê werin guhertin.

Recep Tayyîp Erdogan li ser îdiayên destpêkirina pêvajoya çareseriyê û peyamên Devlet Bahçelî got:

”Destekî ku bi awayekî zelal û bi biryar hatiye dirêjkirin li holê heye.

Em helwesta ku Bahçelî nîşan daye erênî û watedar dibînin. 

Birêz Bahçelî li vê derê balê dikişîne ser girîngiya banga diyalogê û aliyê lihevkirinê yê siyaseta Tirkiyeyê.

Ji ber wê jî ev pêngava ku birêz Bahçelî avêtiyê ne bêhûde ye.

Em bi salan e vê yekê dibêjin. Bi dîtina min ev pêngava ku birêz Bahçelî avêtiyê pêngavekî gelekî girîng e.

Me ev yek wekî pêngaveke girîng dît. Hêviya me ew e ku di pêvajoya ji niha û pê ve de pêngavên wiha zêdetir bibin.

Bi zêdebûna kesên ku pêngavên wiha diavêjin jî Înşalah em dê di mijara destûra nû de zemînê lihevkirinê berfirehtir bikin."

“Tevî sabotajan me gelek gav avêtin”

Recep Tayyîp Erdogan lihevkirin û çareserkirina meselayan jî kir û wiha berdewam kir:

“Em vê yekê bi salan e tînin ziman. Li Tirkiyeyê gelekî zelal e ku bi rêbazên terorê nagihên cihekî.

Divê êdî her kesî ev yek fam kiribe. Dema em li pêşhatên li navçeya me jî dinêrin, avakirina keşûhewaya aramî û aştiyê li welatê me ji bo her kesî tişta herî bi xêr e.

Li erdnîgaeriyekê ku bi rêxistinên terorî hatiye dorpêçkirin, li Îraqê alozî çêdibin û li Sûriyeyê şerê navxwe heye.

Di serdemeke wiha de Îsraîl hov bûye, pêkanîna aştiyê ya li navxwe girîng dibe.

Li Tirkiyeyê ji bo berfirehkirina qada siyaseta demokratîk heta îro tevî hemû astengî, sabotaj û planên xayîn û me gelek pêngavên bingehîn avêtin.

Li welatê me piştgiriya me ya temam ji bo her pêngaveke ku demokrasiyê bihêz dike heye.”

Çi bûbû?

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşînê çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Bahçelî rahişt destê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik.

Bahçelî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê mijarê got:

“Em dikevin serdemeke nû. Dema ku em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin.”

Bahçelî vê hefteyê jî di civîna partiya xwe de armanca xwe ya çûna cem DEM Partiyê eşkere kir û got:

“Destê ku min dirêjî wan (DEM Partiyê) kir, pêşniyar û daxwaza 'Werin bibin partiya Tirkiyeyê û li dijî terorê bin’ bû.

Destê ku ez dirêj dikim peyama yekitî û biratiya me ya neteweyî ye.”

Erdogan jî doh li ser silava Devlet Bahçelî got, “Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî dikin ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve baş were fêmkirin.”

Ev helwest û daxuyaniyên Bahçelî niha rojeva germ in û pirsa “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” tê kirin?

Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê li ser mijarê got, “Ew li pey lîstikên nû ne, eger aştiyê dixwazin Îmralî li wir e. ”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser mijarê axivî û wê anî zimên, “Silavdayîn pir bi qîmet e lê ji bo şîrovekirinê hîn zû ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst