Bahçelî nexweş e: Bakirhan telefonî wî kir

12-02-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Devlet Bahçelî DEM Partî MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan ji ber nexweşiya xwî bi rêya telefonê bi Devlet Bahçelî re axivî û got, "Di mijara xebatên aştî û biratiyê de pêwîstiya Tirkiyeyê bi we heye."

Beriya çend rojan Serokê MHPyê Devlet Bahçelî rakiribûn nexweşxaneyê û ji dilê xwe emeliyat bûbû û hatibû ragihandin ku "rewşa wî ya tenduristiyê baş e,"

DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji ber nexweşiya wî telefonî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî kiriye.

DEM Partiyê di daxûyaniya xwe de got, "Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakihan telefonî Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeliyê ku demek berê emeliyat bûbû kir û jê re şîfa xwest.

Bahirhan rewşa tenduristiyê ya Bahçelî pirsî û got, 'Di mijara xebatên aştî û biratiyê de pêwîstiya Tirkiyeyê bi we heye'."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst