Hewlêr (Rûdaw) - Qeyûmê Şaredariya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Zeyit Şener 17 karmendên şaredariyê ji kar derxistin.
Hevserokên Şaredariya Akdenîzê yên DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan 10ê Kanûna Paşîn a 2025an bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” hatibûn desteserkirin.
Roja 13ê Kanûna Paşîn jî piştî ku bi biryara dadgehê hatibûn girtin, Qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener li şûna wan wekî qeyûm hatibû danîn.
Zeyît Şener destpêkê cihê 150 karmendan guherîbû û ew şandibûn Beşa Parastina Jingehê.
Derbarê karmendên ku guherîna beşa xwe qebûl nekiribû girtename hatibû girtin û bi derxistina ji kar gef li wan hatibû xwarin.
Qeyûm Şener 17 kes ji kar derxistin ku di nav wan de derûnnas, civaknas, operator û rojnameger hene.
Şaredariya Akdenizê ji karmendên şaredariyê Nevzat Oguz, Hulya Ceylan Kurt, Zuhal Yalçin, Perîhan Traşli, Zulfiye Demîr, Ronya Canbey Demîrel, Tugba Çaliş, Engîn Aslan, Azîze Kuran, Onur Kaya, Ahmet Alpgîray, Seyîthan Gonen, Yilmaz Uslu, Mahsun Aksu, Helîn Demîr, Fatma Aydemîr, Mulkiye Ergul re bi telofonê peyam şand û ragihand, “Girêbesta we ya kar a li gel Şaredariya Akdenîzê hatiye betalkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse