Mixalefeta Tirkiyeyê daxwaza hilbijartinên pêşwext dike?

11-09-2024
RÛDAW
Serokên partiyên mixalefetê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Serokên partiyên mixalefetê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Partiyên Mixalefetê Hilbijartinên Pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê di rojeva partiyên mixalefetê de hilbijartinên pêşwext hene.

Civîna AK Partiyê herî dawî bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê partiyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin.

Erdogan AK Partiyê wekî siberoja Tirkiyeyê bi nav kir û ji berpirsên partiya xwe xwest ku nehêlin ti kes moralê wan xirab bike.

Her wiha bersiva guvaşên mixalefetê da ku hilbijartinên pêşwext wekî pêwîstiyekê dibînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Mixalefet bi çi re mijûl dibe bila bibe, di rojeva me de daxistina enflasyonê heye.

Di rojeva me de dawîanîna bihabûnê heye.

Di rojeva me de zêdekirina hilberînê û hinardekirinê heye.

Di rojeva me de lêxistina derbeyeke kujer a li rêxistina terorê ya cudaxwaz heye.”

Partiya Gel a Komarî (CHP) ku ev nêzîkî 8 meh in bi serok û kadroyên nû dixebite û di hilbijartinên şaredariyan de pileya yekem ji AK Partiyê stand, li ser hilbijartinên pêşwext rijd e.

“Çiriya Paşîna sala bê bila hilbijartin werin kirin”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel anî ziman:

“Eger hûn wêrek in, werin em îro an jî piştî 8 mehan biryarê bidin.

Eger amade ne, biryarê bidin û meha Çiriya Paşîna sala bê bila hilbijartin werin kirin.

CHP li vir e û dê beşdarî wan hilbijartinan bibe.

Partiya Gel a Komarî, partiya yekem a Tirkiyeyê ye.”

Partiya Yenîden Refahê ku Fatîh Erbakan serokatiya wê dike, di hilbijartinên herî dawî yên şaredariyan de ji sedî 6,19ê dengan bi dest xist û bû partiya sêyemîn.

Partiya Yenîden Refahê dixwaze hilbijartinên pêşwext werin kirin.

“Amarên aboriyê, Tirkiyeyê ber bi hilbijartinên pêşwext ve dikişîne”

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî da zanîn:

“Em di wê baweriyê de ne ku em bixwazin nexwazin dê hilbijartinên pêşwext werin rojevê.

Ji ber ku amarên aboriyê, Tirkiyeyê ber bi hilbijartinên pêşwext ve dikişîne.”

Eger li Tirkiyeyê hilbijartinên pêşwext werin kirin, Recep Tayyîp Erdogan dikare careke din bibe berbijêr.

Ev yek ji aliyê hinek aliyên mixalefetê ve nayê qebûlkirin.

Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu jî li ser hilbijartinên pêşwext got:

“Eger Parlamentoya Tirkiyeyê biryara hilbijartinên pêşwext bide û eger em bi vê sîstemê berdewam bin, dê rê bide serokomarê niha ku careke din bibe berbijêr.”

Li gorî salnameya Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê, heta 2028an hilbijartin nayên kirin.

Piraniya partiyên mixalefetê jî di wê baweriyê de ne ku Tirkiye xirab tê birêvebirin û divê hilbijartinên pêşwext werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst