RSF: Li Tirkiyeyê di 10 salan de 131 rojnameger hatine girtin

11-08-2024
RÛDAW
Nîşan RSF Tirkiye Rojnameger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava 10 salan de 131 rojnamevan hatine girtin.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya binpêkirinên çapemeniyê yên 10 salên serdama Serokkomariya Recep Tayyîp Erdogan de eşkere kir.

Di raporê de behsa êriş û guvaşên di nava 10 salan de li ser rojnamegeran û medyayê çêbûne hatiye kirin.

Li gorî amarên RSFyê belav kirîne, di nava 10 salan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 131 rojnameger hatine girtin.

Ji wan 77 rojnameger bi hînceta “Heqaret li Serokkomar kirine” hatine cezakirin û 5 rojnameger jî hatine kuştin.

RSFyê bi bîr xist ku piştî derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an rojnamegerên gelek rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Cumhurriyet, Sozcu û Zamanê hatine girtin.

RSFê di 2018an de Tirkiyeyê wekî “Girtîgeha herî mezin rojnamegeran a cîhanê” bi nav kir.

Her wiha di raporê de hat ragihandin ku di nava wê demê de rojnamegerên wekî Abdurrahman Gok, Tolga Şardan, Merdan Yanardag, Bariş Pehlivan û Furkan Karabay di nav de gelek rojnameger bûne armanc.

Her wiha di van 10 salên dawî de ji dema ku Recep Tayyîp Erdogan bûye serokkomarê Tirkiyeyê  platform û medyayên civakî yên wekî Twitter, Wikipedia û Instagram hatine qedexekirin û sînordarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst