Li Aydinê û Edenê di 5 xulekan de 2 caran erd hejiya

11-06-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuşadasi ya Aydin a Tirkiyê di demjimêr 07.42an de bi hêza 4.2 pile, li Edeneyê jî di demjimêra 07.47an da bi hêza 4 pileyan erdhej çêbûn.

Li peravên navçeya Kuşadasi ya Aydinê li Deryaya Egeyê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.

Li gor agahiya ku li ser Twittera Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) hat dayîn, di demjimêr 07.42an da li peravên Kuşadasiyê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.

Hat diyarkirin erdhej bi qasî 10 kîlometreyan dûrî Kuşadasiyê û 7,52 kîlometreyan jî binê deryayê çêbûye.

Li Edeneyê jî di demjimêr 07.47an de bi hêza 4 pileyan erdhejek çêbû.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya AFADê hat dayîn, hat diyarkirin erdheja ku navenda wê navçeya Saimbeylî ya Edeneyê bû, 4,85 kîlometre di bin erdê da pêk hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst