Qezayên cejnê: 38 mirî, 5 hezar birîndar

11-04-2024
Nîşan Qeza Cejn Mirin Birîndarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di 5 rojên betlaneya cejnê de 3 hezar û 71 qeza çêbûne.

Di van qezayan de 38 kesan canê xwe ji dest daye û 5 hezar û 26 kes birîndar bûne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, li ser hesabê xwe yê Xê bîlançoya qezayên trafîkê yên 5 rojên betlaneya cejnê eşkere kir.

Yerlîkaya got: “Di roja 5emîn a betlaneya cejnê de 618 qezayên trafîkê çêbûn.

336 hezar û 285 otomobîl hatin kontrolkirin.

Li 21 hezar û 807 otomobîlan cezayên leza zêde û radarê û li 16 hezar û 650 otomobîlan jî cezayên cur bi cur hatin birîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst