Denîz Baykal mir

11-02-2023
RÛDAW
Nîşan Denîz Baykal Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku Serokê berê yê CHPê û parlamenterê Antalyayê Deniz Baykal miriye.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, “Bi xemgîniyeke mezin min koça dawî ya serokê me, evîndarê Tirkiyê û partiya me ya Komarî ya Gel, parlamenterê me yê Antalyayê, mezinê me yê hêja Denîz Baykal bihîst. Çîroka jiyaneke tijî têkoşîn ji me re hîşt.”

Denîz Baykal kî bû?

Di 20ê Tîrmeha 1938an de li Antalyayê ji dayik bû. Li Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Hiqûqê qedandiye. Doktoraya xwe di Fakulteya Zanistên Siyasî de xwendiye.

Wî xwendina xwe ya piştî doktorayê du salan li zanîngehên Columbia û Berkeley ên Amerîkayê berdewam kir. Li Fakulteya Zanistên Siyasî wek mamosteyê zanistên siyasî kar kiriye. Di warê zanista siyasî de pirtûk û gotar weşandine.

Di serdemên 15(IV), 16(V), 18, 19, 20, 22 û 23an de wek Parlamenterê Antalyayê hat hilbijartin. Ew Hevserokê Komîsyona Hevbeş a Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyê bû.

Ji bo Endamê Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê hat hilbijartin. Di Hikûmeta 37an de Wezîrê Darayî, di Hikûmeta 42emîn de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û di Hikûmeta 52emîn de jî Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîr bû.

Ji bo cîgirê serokê Enternasyonala Sosyalîst hat hilbijartin. Serokê Partiya Gel a Komarî bû. Baykal, zewicî bû û du zarokên wî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst