Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê “Lêpirsîna Fonê” ya li Borsa Îstanbulê her ku diçe berfirehtir dibe ku tê texmînkirin di vê dosyeyê de bi bihayê 826 milyar lîreyî gendelî û sextekariya fînansî hatiye kirin.
Bi giştî 455 hezar û 758 welatiyan li van fonên veberhênanê pere razandine û niha nikarin pereyên xwe vekişînin.
Piştî lêpirsîn û operasyonan Borsa Îstanbul jî nirxê xwe ji dest dide.
Borsa Îstanbulê di nava mehekê de ji sedî 14 nirxê xwe ji dest da.
Ev gendeliya li nava borsayê bandoreke rasterast li bazara Stenbolê û civakê jî dike.
Yek ji mexdûrên fonê Nedîm Cengîzê 60 salî ye.
Ew li gel ku malnişîn e jî ji ber rewşa aboriyê li restoranekê dixebite.
Nedîm Cengîz ji bo ku qîmeta pereyê xwe biparêze û pere bide ser pereyê xwe, ji Fona Katilimeviyê pişk û hîse kirîne lê piştî operasyonên 17ê Îlonê yên li Borsa Îstanbulê heta niha nêzîkî 200 hezar lîreyên Tirkî zerer dîtiye.
Nedîm Cengîz ji Rûdawê re qala mexdûriyeta xwe kir û got:
“Ji bo ez pereyan berhev bikim û veberhênanê bikim ez ketibûm borsayê.
Heta roja 16ê Îlonê her tişt xweş diçû lê piştî bûyerên fonê borsaya Tirkiyeyê nirxê xwe ji dest da.
Ji wê rojê ve em nikarin hîseyên xwe bifiroşin. Dema tu difiroşî jî pereyê te nadin.
Ya rast dewletê dizanîbû, diviyabû midaxele bikira û borsa bida sekinandin.
Diviyabû kesên sûcdar û berpirs bihatana cezakirin.
Piştî wê pêvajoyê diviyabû borsa careke din bihata vekirin.
Heke wisa bikirana dê ev qas kes mexdûr nebûna.
Niha xelk her roj mexdûr dibe. Divê zerer û ziyana me were tezmînkirin.”
Endeksa BIST 100ê ketiye asta herî nizm
Piştî lêpirsîn û operasyonan Borsa Îstanbulê her ku diçe dadikeve.
Endeksa BIST 100ê heta 12 hezar û 468 puanan daket ku ev di nava 9 mehên dawî de asta herî nizm e.
Zêrker Apo Kaya li ser bandora vê krîzê ya li ser bazarê anî ziman:
“Dema nirxê Borsa Îstanbulê dadikeve helbet bandora wê li ser bazarê çêdibe.
Di serî de bandorê li wan kesan dike ku hîseyên fonên wan şirketan kirîne lê rasterast bandorê li bazara me ya zêr nake.
Çimkî bipêşketinên li bazara cîhanî û yên li herêmê bandorê li bazara zêrkeriyê dikin.”
Welatiyê bi navê Harûn Sîr jî bertek nîşanî bûyerê da û got:
“Navê wê kirine ‘fon’ lê ev dizî ye. Ev tişt jixwe eşkere ye, kes nikare veşêre.
Bi awayekî eşkere pereyên xwe yên qirêj dixin nav fonan da ku spî bikin.
Dewlet dizane her kes çi dike lê xwe ker dike.”
“Komîteya Koordînasyona Fonê” hat avakirin
Li borsayê hemû kar û barên 131 fonên girêdayî 7 şirketên borsayê (Tera, Pusula, Hedef, Atlas, A1, Pardus û Bulls Portfoy) hatine rawestandin û dê ew fon di nava 6 mehan de bên tesfiyekirin.
Di çarçoveya lêpirsîna fonê de zêdetirî 100 kesî hatine desteserkirin û heta niha xwedî û berpirsên wan şirketan jî di nav de 56 gumanbar hatine girtin.
Li aliyê din, ji bo koordînasyona pêvajoya tesfiyekirina fonan û dayîna pereyên mexdûran nexşerêyek hat destnîşankirin.
Bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz “Komîteya Koordînasyona Fonê” hat avakirin û Komîteya Kontrolkirinê ya Dewletê (DDK) jî hat erkdarkirin.



