Erdogan: Em dê di demeke nêzîk de Rojhilatê Firatê aram bikin

10-11-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Recep Tayyip Erdogan Rojavayê Kurdistanê Rojhilatê Ferat Şingal Qnedil
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Tirkiyê Rojhilatê gef li Rojhilatê Firatê gef  xwar û got ku di demeke nêzîk de ew dê aramiyê vegerînin nav wê deverê.

 

Di merasîma salvegera mirina avakarê komara Tirkiyê Mistefa Kemal Ataturk de, li Enqere, serokomarê wî welatî got: “Tirkiye xema xuşk û birayên xwe yên sûrî li Rojhilatê Firatê dixwe, Tirkiyê dê wan ji bin destê rêxistineke terorîst derxîne.

 

Erdogan her wiha got, di demeke nêzîk de, wê xelkê vê deverê ji vê rewşê xelas bibin û wê aramî vegere deverê.


Erdogan Amerîka rexne kir û got, li aliyekî ew 12 milyon dolar dide kesên ku cihê 3 berpirsên PKKê diyar bikin, lê li aliyê din jî ew bi awayekî praktîkî bi wan re kar dike.

 

Di berdewamiya axaftina xwe de, Erdogan daxuyakirin ku wê Artêşa Tirkiyê, di êrîşên xwe de li ser Qendîl û Şingalê berdewam be.

 

Hêjayê gotinê ye herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di roja 18ê Adara îsal de piştî êrişa berfireh a Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ket bin kontrola wan hêzan.

 

Ji dema ketina Efrînê ve û heta niha, gelek zanyarî ji nava Efrînê û bajarok û herêmên derdora wê tên, ku amaje bi guhertina sîstematîk a demografiya Efrînê û bi taybet bi erebkirina wê herêmê û binpêkirina mafên mirovî dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst