Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê nexweşiyên dil û anjiyoyê ragihand ku di şert û mercên hewayê sar de, rîska tûşbûna bi kirîza dil bi awayekî berçav zêde dibe.
Dr. Arî Nazim bû mêhvanê bultena tenduristiyê ya Rûdawê ku Nime Serheng pêşkêş dike.
Pisporê nexweşiyên dil û anjiyoyê diyar kir ku di demsala zivistanê de demarên xwînê bêhtir teng dibin.
Dr. Nazim da zanîn ku di vê heyamê de pirsgirêkên derûniyê yên wekî xemgînî û stresê jî zêde dibin û ev faktor hemû bi hev re rîska krîza dil zêde dikin.
Ji bo pêşîgirtina li vê rewşê, pispor pêşniyar dikin ku mirov li malê werzişê bike û xwe ji bandora hewaya sar biparêze, bi taybetî jî ew kesên ku di komên rîskê de ne divê bêhtir baldar bin.
Li gorî agahiyên Saziya Dil a Amerîkayê, dema midaxeleyê di dema kirîzê de pir krîtîk e, ji ber ku her xulekek dereng ketin di vejandina dil de, şansa jiyanê bi rêjeya ji sedî 10 kêm dike.
Ji ber vê yekê, tê diyarkirin ku divê rênivîsa wextê ya ji destpêkirina nîşanan heta çêkirina grafiya dil (EKG) tenê 10 xulek be û ev dem ji bo encamdana anjiyoyê herî zêde wekî 90 xulek were sînorkirin.
Krîza dil bi gelemperî gava ku damarên dil tên girtin û xwîn nagihîje dîwarê dil rû dide ku di encamê de şaneyên masûlkeyan dimirin û dil fonksiyona xwe ya asayî winda dike.
Ev nexweşî bi piranî xwe bi nîşanên wekî êşa sîngê, êşa giran a mil û destê çepê, gêjbûn, dilrabûn û verişînê dide zanîn.
Di heman demê de xwêdana sar, bêhnçikîn û neasayîbûna lêdana dil jî ji nîşanên sereke ne. Metirsiya herî mezin a tûşbûnê ya li ser mêran, kesên ku cixare, nargîle an cixareyên elektronîk dikişînin, nexweşên tansiyona bilind, kesên qelew û yên kêmçalak e.
Di heman demê de nexweşên şekir, kesên ku kolesterola wan bilind e û ew kesên ku di malbata wan de dîroka nexweşiya dil heye, metirsiya tûşbûna wan hîn zêdetir e.


