Îsal barana payîzê zû dest pê kir. Ji ber barana zû û bihêz, cotkarên pembû û garis zû dest bi çinînê kir.
Li gundê Eynêta Jorîn ê Amedê jî cotkar beriya wextê çinînê garisê xwe diçinin.
Cotkar Mahhmût Arslan diyar kir ku lêçûn gelekî zêde ne û ji ber barana zû ew neçar mane ku garisê xwe zû biçinin.
"Bihayê garis daket 10 lîreyî"
Mahmût Arslan destnîşan kir ku heke baranê lê nedaba wan dê kîloya garis bi 14 lîreyan bifirota.
Arslan anî zimên ku baranê garis şil kiriye loma jî rêjeya nemê zêde bûye û wiha pê de çû:
"Dema firotinê ev şilî wekî xisar hesabkirin û kîloya garis dadikeve 10 lîreyan. Ev biha jî bi ti awayî me xilas nake."
Lêçûn zêde ne lê ew mecbûr in
Cotkar didin zanîn ku lêçûnên wekî ajotin, mazot, avdanî û gubreyê gelekî zêde bûne.
Cotkaran eşkere kir ku ji ber mesrefên zêde êdî rû û berê cotkariyê hev dernaxe lê ew mecbûr in ku vî karî bidomînin.
