Li Enqerê di kargeha teqemaniyan de teqîn çêbû: 5 karker mirin

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Enqere MKE Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elmadagê ya Enqerê piştî teqînê  agir bi kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan ket. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand 5 karkeran di teqînê de canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyan îro di demjimêrên sibehê de li navçeya Elmadagê ya Enqerê piştî teqînê agir bi kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan a girêdayî saziya Pîşesaziya Makîne û Kîmyayê (MKE) ketiye ku saziyeke serekî ya berhemanîna çek û teqemeniyan a Tirkiyê ye.

Piştî teqînê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û hewl didin agir kontrol bikin. Hejmareke zêde ya kesûkarên karkerên ku li wê kargehê kar dikin çûn ber deriyê kargehê.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di teqînê de 5 karkeran canê xwe ji dest dane.

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de dibêje, “Li navçeya Elmadagê ya Enqerê di  kargeha berhemanîna roket û teqemeniyan a saziya Pîşesaziya Kîmya û Makîneyê teqînek çêbû. Di teqînê de 5 karkerên me şehîd bûne. Derbarê bûyerê de lêkolînên dadî û îdarî hatine destpêkirin.”

Encûmena Ewlehî û Tendirustiya Kar (ÎSÎG) jî li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê bûyerê de peyamek belav kiriye û ragihandiye ku 5 karkeran di wê teqînê de canê xwe ji dest dane. Li aliyê din Parêzgarê Enqerê jî serdana cihê bûyerê kir.

Kargeha navborî pêdiviyên teqemenî û keresteyên mûşek û roketan bo herdû wezaretên navxwe û berevaniyê yên Tirkiyê dabîn dike. Li kargehê herwiha testên teqîn, germahî û avêtina dînamîk ên sotemeniya roket û barûtê tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst