Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hendekê ya Sakaryaya Tirkiyeyê kesekî bi navê Mevlut Çelîk jinbava xwe û bavê xwe kuştin, birayê wî jî ew kuşt
Bûyerê şeva borî li taxa Akovayê ya Hendekê rû da.
Mevlut Çelîk, bavê xwe û jinbava xwe ji ber sedemeke nediyar ketin qirika hev.
Piştî ku nîqaş gur bû Mevlut Çelîk jinbava xwe û bavê xwe dan ber guleyan.
Mevlut Çelîk piştî ku ji malê derket rastî birayê xwe Selçuk Çelîk hat û ew jî pev çûn.
Mevlut Çelîk birayê xwe jî bi guleyekê birîndar kir û birayê wî jî kêr lê da.
Piştî ku yên li derdorê xeber da, gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Mevlut Çelîk, bavê wî Vahdettîn û dêmariya wî Melek li cihê bûyerê mirine.
Tîmên Selçuk Çelîkê birîndar jî veguhast nexweşxaneyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse