Erdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinan em dê her tiştî bikin

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Serokkomarê Tirkiyeyê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê di civîna “Hevdîtina Parêzgaran” de Ii ser ewlehiya hilbijartinên 31ê Adarê axivî.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê beşdarî civîna “Hevdîtina Parêzgaran” bû.

Erdogan bi taybetî bal kişand ser ewlehiya hilbijartinan ku bi awayekî ewle bên kirin û di vê mijarê de rola parêzgaran bi bîr xist.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bangî parêzgaran kir û anî ziman:

“Wek her hilbijartinê, 31ê Adarê jî wê hinek kes hebin ku ji bo êşa negirtina piştgiriya milet veşêrin kaos û tevlîheviyê çêbikin.

Wê hinek kes jî hebin rikeberiya ku di dema hilbijartinan de tundtir dibe bi kar bînin. Wek herdem 31ê Adarê jî em dê bi hev re rê nedin ku siya tiştekî bikeve ser sindoqan.

Divê alîkarî bê kirin da ku berbijêr bikaribin bi awayekî hiqûqî kar û xebatên xwe bi rê ve bibin. Dîsa bi avakirina keşûhewayeke ku dengdêr bi dilxweşî bikaribin biçin ser sindoqan.

Avakirina ewlehiya sindoqan û bi awayekî ewle hejmartina dengan girîng e. Heta eşkerekirina encaman û piştî wê proseyê jî ji bo pirsgirêk çênebin divê rol bê lîstin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst