Silava Bahçelî û DEM Partiyê: Erdogan axivî

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erdogan Devlet Bahçelî DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser silava Devlet Bahçelî ya li parlamenterên DEM Partiyê got, “Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî  ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve baş were fêmkirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di komcivîna partiya xwe de li ser mijarên rojevê axivî.

Bahçelî destpêka vê mehê dema ku ji Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê xwe derket çûbû ba rêzên DEM Partiyê.

Bahçelî destê xwe dabû Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û silav li wî kiribû.

Ew helwesta Bahçelî bûye sedema karvedanan û li nava Tirkiyeyê wekî “pêngaveke nû ya çareseriyê” jî şîrovekirin.

"Pêwîstiya me bi lihevhatineke zêdetir heye"

Recep Tayyîp Erdogan jî li ser vê mojarê axivî û got:

“Em dixwazin di sala nû ya yasayî de axaftineke cuda di siyasetê de bibînin.

Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya me bi lihevhatineke zêdetir heye.

Em ji bo miletê xwe ji ti diyalogê narevin.

Ez daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê birêz Bahçelî li ser navê biratiya 85 mîlyon mirovên me gelekî watedar dibînim.

Ez hêvî dikim ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve jî baş were fêmkirin.”

Erdogan peyama diyalogê da DEM Partiyê

Erdogan derbarê nermbûna li gel DEM Partiyê de jî got li gorî rewşa niha ya herêma pêwîstiya wan bi axavtina zêde û lihevkirina zêde heye.

Erdogan wiha got:

“Ew kesên ku di her gotina xwe de dibêjin em partiya Tirkiyeyê ne, di her derfetê de îdiaya Tirkiyeyîbûnê tînin ziman, divê tekez bi vê tramwaya ku welatê me gihandiye qeraxa kendalê re rûbirû bibin.

Divê hemû alî bawer bikin ku di siyaseta demokratîk de cihê tundûtûjî û terorê nine.

Di destê ku tê de de çek hebe siyaset nayê kirin. Tu nikarî tundûtûjiyê wekî rêbazeke bidestxistina mafan bi kar bînî û siyasetê bikî.

Di sedsala Tirkiyeyê de helbet cihê nêrîna ku ji tundûtûjiyê dûr ketiye, heye lê cihê kesê pişta xwe daye çiyê û siyaseta terorê bi ti awayî nine."

“Em dixwazin helwest û gotinên cuda bibînin”

Derbarê bûyerên Kobaniyê de jî Erdongan wiha got:

“Her çi qasî 10 salan dereng be jî rûbirûbûneke ji dil a bûyerên 6-8 Çiriya Pêşînê ji bo me girîng e.

Eşkere ye, nîşandana helwesteke bi vî awayî dê sûdê bigihîne siyaseta nermbûnê ku em dixwazin ava bikin.

Em dixwazin di heyama nû ya parlamentoyê de di warê siyasî de helwest û gotinên cuda bibînin.

Li gorî rewşa ku herêma me tê de ye, pêwîstiya me bi axavtina zêde û lihevkirina zêde heye.

Em di ti mijareke ku di berjewendiya xelkê de be ji diyalogê narevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst