Bahçelî niyeta xwe ya çûna cem DEM Partiyê eşkere kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî DEM Partî MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Destê ku min dirêjî wan (DEM Partiyê) kir, pêşniyar û daxwaza 'Werin bibin partiya Tirkiyeyê û li dijî terorê bin’ bû.”

Destpêka vê mehê, Devlet Bahçelî ku bi berdewamî di gotarên xwe de gefan li DEM Partiyê û parlamenterên wê dixwe û wan wekî "dûvelankên terorê" bi nav dike, dema ku Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê bi dawî hat, çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê.

Bahçelî destê xwe dabû Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û silav li wî kiribû.

Devlet Bahçelî ji bilî Bakirhan, destê xwe dirêjî Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik jî kiribû.

Ev helwesta Devlet Bahçelî çend roj in bûye rojeva Tirkiyeyê.

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî îro di komcivîna partiya xwe de li ser vê mijarê jî axivî û sedema çûna ba rêzên DEM Partiyê eşkere kir.

“Ev ne hema ji nişka ve çêbûye”

Devlet Bahçelî diyar kir ku ew çûna wî ya ba Hevserokê DEM Partiyê û parlamenterên wê, ne hema jixwe bûye û got:

“Wekî Serokê MHPyê ez çûm rêzên DEM Partiyê û min destê xwe da wan. Ev ne hema ji nişka ve çêbûye.

Yên ku vê helwestê li şûna bi niyeteke baş, wekî hewldaneke ji bo berfirehkirina eniya rikeberiya serokkomariyê û destûra nû dibînin, belengaz in ku di nav zeviyeke mayinkirî de li sîbera dara biyê digerin.

“Ew peyama yekitiya neteweyî bû”

Destê ku ez dirêj dikim peyama yekitî û biratiya me ya neteweyî ye.

Destê ku ez dirêj dikim, ronahiya meşaleya parlamentoya yekem û gotinên rast a Birêz Serokkomarê me ye.

Destê ku min dirêjî wan (kir, pêşniyar û daxwaza 'Werin bibin partiya Tirkiyeyê û li dijî terorê bin û werin xwe li biratiya me ya hezar salî bigirin’ bû.

Em bi tesadufî û bi kêfî destê xwe nadin ti kesî û aliyî.

“Meseleyeke ku em li serê neaxivin nîne”

Di siyasetê de bi ti kes û partiyê re wekî kategorîk pirsgirêka me nîne û meseleyeke ku em li serê neaxivin û çareser nekin tune.

Divê DEM qîmeta destê hatiye dirêjkirin zanibe û vê helwestê ji bo bibe partiya Tirkiyeyê wekî pêngavekê binirxîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst